Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin

  • jin
  • 14:44 6 Îlon 2021
  • |
img
AMED - Danişîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya û endama Meclîsa Şaredariya Erxeniyê Ceylan Aslan bi biryara li benda mayîna raporên dîjîtal hat taloqkirin. 
 
Danişîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Kaya ya negirtî tê darizandin û parêzera wê Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş amade bûn. Di danişînê de hat diyarkirin ku lêkolîna materyalên dîjîtal ên li mala Kaya dest danîne ser nehatiye temamkirin. Dozgeriyê xwest ku li benda lêkolînkirina rapora materyalên dîjîtal bê sekinandin. Kaya û parêzera wê ji ber rapora materyalên dîjîtal nehatine temammkirin, parastinê nekirin. Dadgehê biryara li benda mayîna raporên lêkolînên dîjîtal da û danişîn taloqî 6’ê Kanûnê kir. 
 
DANIŞÎNA ASLAN JÎ HAT TALOQKIRIN
 
Danişîna doza endama Meclîsa Şaredariya Erxeniyê Ceylan Aslan a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” negirtî tê darizandin jî li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Aslan, beşdarî danişînê nebû, parêzerê wê Bûrhan Arta li danişînê amade bû. 
 
Dadgehê ji bo Aslan jî biryara li benda mayîna raporên lêkolînên dîjîtal da û danişînê taloqî 2’yê sibata 2022’yan kir.