Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran

  • jin
  • 09:13 19 Tebax 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Îqtidar dibêje "krîza aborî tune ye." Jinan bertek nîşanî vê dan û diyar kirin ku rast e gava mirov ji qesrê ve lê mêze bike krîza aborî xuyya nake, ji lew re naçin market û bazaran. 

 
Krîza aborî di dema şewba Covîd-19'ê de kûrtir bû. Êdî welatî nikarin heqê fatûreyên xwe yên ceryan, av û gazê bidin. Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê jinan krîza aborî û rewşa heyî nirxand. 
 
BIHABÛN
 
Hulya Şenol (31) anî ziman ku di dema pandemiyê de tenê ne fiyet, bêhêvî û nebextewarî jî zêde bûne û êdî malzemeyên metbaxê jî bi deyn dikire. Şenol, bilêv kir ku 3 zarokên wê hene û hevjînê wê bi meaşê kêm dixebite û her roj gava şiyar dibin dibînin ku fiyet biha bûne. Şenol got: "Berê me bi rihetî dikaribû zexîre, zebze û fêkî bikire. Lê niha ew jî pir biha bûne. Ji ber pandemiyê êdî aboriya mirov ji binî de çûye. 5 kîo rûn bi 70 TL'yî ye, çay 100 TL, hêk 22 TL, zeytûn 38 TL ye. Heftê 100 lîreyî ji bo bazar hiltînim, lê têr nake. Heger zarok hebin, hûn mecbûr in van tiştan bikirin." 
 
‘EM NIKARIN BIÇIN BAZARÊ' 
 
Şenol, destnîşan kir ku çapemenî û îqtidar van pirsgirêkan rast nadin der û êdî ketine halekî wisa ku nikarin biçin marketê jî. Şenol, diyar kir ku kesên dibêjin "krîz tune ye" kesên li qesran û koşkan dimînin bi xwe ne û got: "Ji ber ku me dayikên bi meaşê kêm debara xwe dikin nabînin, lewma dibêjin krîz tune ye. Bila ew jî bi meaşê kêm debara xwe bikin, wê çaxê dê ji halê me fêm bikin. Gava mirov ji qesrê ve lê mêze bike krîz tune ye, tu pirsgirêk tune ne." 
 
‘BARÊ KRÎZÊ LI SER MILÊ JINAN E' 
 
Guler Koyûn a 43 salî jî ku hevjînê wê karê înşeatê dike, bilêv kir ku her tişt biha bûye û êdî nikarin debara xwe bikin. Koyûn, dibêjin "em di heman keştiyê de ne" lê fatûreya krîzê li xizan û kedkaran bar dikin. Koyûn, destnîşan kir ku barê malê hemû li ser milê jina ye û êdî nikarin ji bo metbaxê tiştekî bikirin. Koyûn got: "Berê min bi 100 TL'yî dolaba xwe tije dikir, lê niha tenê bi sê kîsikan vedigerim. Diçûm bazarê, ji ber ku erzanî hebû, lê niha li wir jî her tişt biha bûye. Kîloya firingîyan bûye 5 lîre, xiyar bûye 3 û petat bûye 2 lîre » nîv. Em 6 kes in, ez rabim kîloyekê bikirim dê têra kê bike. Fêkî êdî ji bo me bûye tiştekî luks, car heyye bi heman fêkî nakirim." 
 
BAC
 
Dayika 4 zarokan Ziynet Akin a 40 salî jî bilêv kir ku hevjînê wê notirvanê sîteyekê e û bi vî awayî debara xwe dikin. Akin got: "Ji xeynî zexîre ceryan û av jî pir biha bûye. Ez bi 100 lîreyî ceryanê xerc dikim, lê fatûre 200 lîre ye. Gava em li fatûreyê mêze dikin, ji ceryanê bêtir heqê bacê ye. Em radibin risqê zarokên xwe didin fatûreyan û dewletê." 
 
MA / Esra Solîn Dal