Ji RTUK’ê cezaye ‘Newekheviya zayendiya civakî'

  • jin
  • 14:26 12 Tebax 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - RTUK'ê bi hinceta ku "Newekeviya zayendiya civakî" kiriye û gotinên "biçûkxistina ku cihêkariya li dijî jinê xwedî dike" bi kar aniye ceza li rêzefîlmek û qenala ku rêzefîlmê weşandiye birî.  
 
Lîjneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK), ceza li rêzefîlmê bi navê "Aşk Mantik Întikam" ku di FOX TV'yê de tê wşandin birî. Di civîna heftena ya ku raporên şopandinê têde tên nirxandin de bi hinceta ku rêzefîlmê "Aşk Mantik Întikam" ku di FOX TV'yê de tê weşandin "Newekeviya zayendiya civakî" kiriye û gotinên "biçûkxistina ku cihêkariya li dijî jinê xwedî dike" bi kar aniye cezayê herî bilind ê pere û rawestandina bernameyê li FOX TV'yê hat birîn.