'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'

  • jin
  • 09:15 16 Tîrmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, destnîşan kir ku bi şertê "delîlên berbiçav" dê beyana jinan û zarokan esas neyê girtin û dê pakêta darazê ya 4'an kiryarên destdirêjiyê biparêze. 

"Pêşniyara Qanûna Derbarê Guherandina Qanûna Muhakeme ya Ceza û Guherandina Hin Qanûnan" ku wekî "Pakêta Darazê ya 4'an" binavkirin, di 8'ê Tîrmehê de bêyî ku bê guherandina hat qebûlkirin. Li gor vê qanûnê, dê ji bo sûcên destdirêjiyê, kuştina bi qesdî û îşkenceyê şertê "delîlên berbiçav" bê danîn. Ji ber vê jin û gelek derdor bertek nîşan didin û destnîşan dikin ku armanca vê qanûnê parastina kiryarên destdirêjiyê ye. 
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum, Pakêta Darazê ya 4'an nirxand. 
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Gulum, anî ziman ku pakêt bi îdiaya ku dê pêşî li ber tahdeya li jinê tê kirin bigire berpêşî raya giştî hatiye kirin, lê belê berevajî vê ye. Gulum, destnîşan kir ku bi vê pakêtê re şert û mercên girtinê hatine girankirin û got: "Îqtidar ji bo tahdeya li jinê tê kirin got sifir tolerans, lê rabû Peymana Stenbolê betal kir. Peyman, hin hikmên ji bo pêşîlêgirtina tahdeyê di xwe de dihewand. Madem hûn naxwazin tahde li jinan û zarokan bê kirin, nexwe çima we ev peyman betal kir? Ma ev ne nakokî ye?" 
 
DÊ KESÊN TECAWIZÊ DIKIN BIPARÊZE 
 
Gulum, anî ziman ku piştî ku biryara fesixkirina Peymana Stenbolê hat dayîn, raya giştî bertekek mezin nîşan dan û îqtidarê jî ji bo bibêje "Em li dijî tahdeyê ne, em ji bo pêşîlêgirtina tahdeyê qanûnekê çêdikin" ev pakêt çêkiriye. Gulum got: "Heger em di warê jinan de lê mêze bikin, pirsgirêkek bi vî rengî heye; şertê 'delîlên berbiçav' danîn. Jixwe di sûcên katalogî de rewşek wisa heye. Di sûcên li hemberî jina û zarokan de şertê delîlên berbiçav, tê wateya kesî negirin. Çima? Di sûcên wekî destdirêjiyê de mexdûr her tim gilî nakin. Yanî delîlên fizîkî ji holê radibin. Di gilîkirinên piştî çend salan de, gava bibêjin delîlên berbiçav, dê ev di aleyha jin û zarokan de be. Yanî dê tecawizkar neyên girtin." 
 
POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA JINÊ DIKIN 
 
Gulum, anî ziman ku AKP, polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinê dikin didomîne û got: "Ev pir zelal e. Dibêjin, 'di tahdeya li hemberî jinê de sifir tolerans.' Lê bi pêkanînên xwe yên darazê de, em baş dizanin bê çawa cendirme û polîsan diparêzin. Mînaka herî zelal jî Mûsa ORhan e. Me dît bê çawa hat parastin. Em baş dizanin bê çawa bi bêcezatiyê tên xelatkirin. Bes bi vê dixwazin ser van tiştan bigirin." 
 
KONTROLA EDLΠ
 
Gulum, bal kişand ser xala kontrola edlî ya di pakêtê de jî û da zanîn ku di hiqûqê de hepsa malê tune ye û xala kontrola bi îmzeyê heya 7 salan dirêj kirine. Gulum got: "Hepsa malê, ewilî dê ji bpêşîlêgirtina tahdeya li jinan, ji bo mêran bihata pêkanîn. Lê belê berê kelemçeyan dan muxalefeta civakî. Yanî kî doza mafên xwe kir, hatin kelemçekirin. Hepsa malê, bi tena serê xwe pêkanîneke bêhiqûqî ye. Em li welatekî wisa dijîn ku mirov bi îmzeyekê di hepsa malê de dimînin. Îqtidar tim vê dike; ewilî tiştên hiqûqê dieciqînin pêk tîne, bi dû re jî sererastkirinek biçûçik dike û dibêje 'min tiştek baş kir.'" 
 
TIRKIYE GIRTÎGEHEK VEKIRIYE 
 
Gulum, destnîşan kir ku bi hezaran kes bi pêkanîna kontrola edlî tên kontrolkirin û got: "Li welat tu kes nemaye ku cezayê kontrola edlî lê nehatibe birîn. Hingî wisa berbelav kirine ku pê pêşî li ber siyasetê û rêxistinbûyînê digirin. A rast, ev tecrîd e. Û van tiştan jî wekî tiştine asayî û rewa bin nîşan didin. Mirovek ê 7 salan îmzeyê bavêje û dê nikaribe derkeve derveyî welêt. Ev dijî mafên mirovan û azadiyê ye." 
 
MA / Mehmet Aslan