Danişîna cînayeta Kok hat taloqkirin

  • jin
  • 14:34 8 Tîrmeh 2021
  • |
img
ÎDIR - Danişîna 2’yemîn a doza derbarê Marûf Kok ê Dîlan Kok li Îdirê kuştibû de hatibû vekirin, hat taloqkirin. 
 
Li Taxa Karaagaç a Îdirê kujer Marûf Kok hevjîna xwe Dilan Kok di 26'ê çile de kuştibû. Danişîna 2’yemîn a derbarê Marûf Kok de bi sûcê “kuştina sewirandî û destnedayîna avahiyê ya wesfdar” hatibû vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê hat lidarxistin. Parêzera Dîlan Kok, Aydanûr Agaya û nûnerên Koalîsyona Jinan a Îdirê di danişînê de amade bûn. 
 
Di danişînê de ewilî Marûf Kok ê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû axivî û diyar kir ku “poşman” e. Dadgehê, piştî parastina parêzeran ji bo kêmasiyên dosyayê bên temamkirin danişîn taloqî 16’ê îlonê kir û biryara dewama girtina bersûc Kok da.