Li Hezexê çalakiya ji bo Peymana Stenbolê

  • jin
  • 19:04 2 Tîrmeh 2021
  • |
img
 
 
ŞIRNEX - Li Hezexê jinan li dijî betalkirina Peymana Stenbolê çalakiyek li dar xist û gotin: "Em ê heta dawiyê li qadan bin."
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê bi pêşengiyaTevgera Jinên Azad (TJA) jinan xwest ku li dijî betalkirina Peymana Stenbolê li Parka Aşitiyê meşekê li dar bixin. Lê derdora jinan ji hêla polîsan ve hat dorbeçkirin û polîsan nehiştin jin bimeşin. Ji ber vê jinan jî li parkê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
 
Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan, Dayîkên Aşitiyê, aktîvîstên TJA'yê, hevşaredara Sîlopyayê Adalet Fîdan û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser "Em ew biryara ku hatin dayîn nas nakin, têkoşîna xwe mezin dikin, dev ji Peymana Stenbolê bernadin" nivîsandî hat vekirin. Her wiha dowîzên "Mêr dikuje, dewlet diparêze" hatin hilgirtin.
 
Di çalakiya rûniştinê de dirûşmeyên "Jin Jiyan azadî" û "Jin jiyan e, jiyanê nekuje" hatin berzkirin.
 
Piştî çalakiya rûniştinê li ser  navê jinan aktivîsta TJA'yê Zozan Aksû daxuyanî xwend. Aksû, diyar kir ku dewletê bi betalkirina Peymana Stenbolê dijminahiya xwe li hemberî jinan careke din nîşan daye û got: "Peymana Stenbolê hat betal kirin. Dewletê bi betalkirina peymanê carek din hişmendiya xwe ya qirêj raxist ber çavan. Bi betalkirina peymanê dewletê careke din nîşanî me da ku ew ji têkoşîna jinan ditirse. Betalkirina peymanê israra sîyaseta paşverû ye. Divê Peymana Stenbolê û tecrîd, derî hev neyên nirxandin." 
 
'EM Ê DEV JI QADAN BERNEDIN'
 
Aksû, di berdewama axaftina xwe de got: "Ji ber vê divê em qadên tekoşînê  ji hev du cuda negirin dest. Em jin, têkoşîneke wekhev bidin ku em bikaribin bersivên van êrîşan bidin. Hêza me heye; ji ber ku armanc û hedefên me hene. Betalkirina peymanê wê nebe sedema paşvekîşandinê têkoşînê. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin û em ê heta dawiyê li qadan bin." 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.