'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'

  • jin
  • 23:07 1 Tîrmeh 2021
  • |
img
STENBOL - Jinan ku barîkat derbas kirin û xwe gihandina Karakoyê, rê li çûnhatinê girtin. Jinan got: "Me çawa barîkatên li van kuçeyan derbas kir, em ê bi heman awayî jî Peymana Stenbolê pêk bînin." 
 
Jinên ku bi bangawaziya Koma Kampanyayê ya Pêkanîna Peymana Stenbolê bi dirûşmeya "Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin, em jiyanê radiwestînin" li Tunela Taksîmê li hev kom bûn, tevî hemû astengiyan jî barîkat derbas kirine û ji Kolana Îstiklalê heya Karakoyê meşiyan.
 
Li Kolana Îstiklalê polîsan mudaxileyî jinan kir. Jinan jî dirûşmeyên "Em serî radikin", "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin", "Dê dewleta kujer hesêb bide", "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Jinan du barîkatên polîsan ên li Kolana Îstiklalê derbas kirin û dest danîn sr mertalên polîsan. 
 
BARÎKATA SISÊYAN JÎ DERBAS KIRIN 
 
Jinan barîkat derbas kirin û heya Karakoyê meşiyan. Welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgiriya jinan kirin û jin bi berzkirina dirûşmeyan, bi tilîlî û çepikan heya Karakoyê meşiyan. Li Karkoyê, polîsan cardin pêşiya jinan birîn, lê belê jinan ev barîkat jî derbas kirin û rê li çûnhatinê girtin. 
 
Jinan, qederekê rê girtin û paşê berê xwe dan Qada Karakoyê. Jin, li qadê rûniştin û gotin: "Ji îro pê de her roj 1'ê Tîrmehê ye, her roj serîhildan e. Hê ji bo me neqediyaye. Me çawa barîkatên li van kuçeyan derbas kir, em ê bi heman awayî jî Peymana Stenbolê pêk bînin. Ne qediyaye. Berxwedana me, têkoşîna me dewam dike. Ên bi ser dikevin kuçe û qad in." 
 
Paşê jinan bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kirin.