Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin

  • jin
  • 09:16 18 Sibat 2021
  • |
img

WAN - Di 19 salên îqtîdara AKP'ê de 7 hezar û 455 jin bi destê zilam hatine kuştin. Têkildarî zêdebûna kuştina jinan Aktivîsta TJA'yê Dîlan Yildiz, anî ziman ku AKP bi qanûnên çêdike, kujerên jinan berdide û got: "Sedema herî mezin a qirkirina cinsî jî, îqtidara AKP'ê ye." 

Di 19 salên îqtidara AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin. Di demên dawî de jin jî ji bo ku karibin bijîn xwe diparêzin. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîlan Yildiz, polîtîkayên AKP'ê yên ku têkoşîna jinan hedef digirin nirxand.  Yildiz, diyar kir ku di 19 salên îqtidara AKP'ê de nêzî 8 hezar jin hatine kuştin û cinayetên jinan wekî "qirkirina cinsî" wesifand. Yildiz, bilêv kir ku sedema herî mezin a vê qirkirina cinsî îqtidara AKP'ê ye û got: "Ji lewra bi pakêtên darazê, bi qanûnên efûyê re kesên jinan dikujin hatin berdan. Di bûyeran de bilêvkirinên mêran nêrîna AKP'ê dide der û pakêtên wan ên darazê jî bi heman awayî ne. Mêrek radibe diêje, 'Ez ê te bikujim û du sal bi şûn de ez ê bêm berdan.' Ev yek rasterast pratîka îqtidarê ye." 
 
AN BIMIRE AN JÎ BIKUJE 
 
Yildiz, anî ziman ku îqtidar bi polîtîkayên xwe ji jinan re dibêje "an tu yê bimirî an jî tu yê bikujî." Yildiz got: "Dewlet, jinê naparêze. Jina ku ji ber tahde lê hatiye kirin mêr dikuje, ji mêrê ku jinê dikuje bêtir tê cezakirin. Di vir de em dibînin ku pergaleke darazê ya nêrza heye. Li jineke ku ji bo nemire û zaroka xwe biparêze mêr dikuje, cezayê muebeta giran tê birîn." 
 
Yildiz, ji bo vê bal kişand ser rewşa Melek Îpekê ku ji ber tahde lê dihat kirin hevjînê xwe Ramazan Îpek kuşt û bi cezayê muebetê tê darizandin. 
 
NÎVIYÊ CIVAKÊ
 
Her wiha Yildizê bal kişand ser girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan û Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê û destnîşan kir ku sedema van girtinan asta têkoşîna jinê ye. Yildiz, anî ziman ku têkoşîna jinê derbek mezin li feraseta mêrî daye û got: "Îqtidara ku desteftiyên me tamûl nake, hewl dide bi binçavkirin, girtin û girtîgehan me çavtirsandî bike. Lê her ku ew kesekî ji me digirin, em dibin hezar. Ji lewra em nîviyê civakê ne." 
 
MA / Ozlem Yayan