Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin

  • jin
  • 10:46 6 Sibat 2021
  • |
img
AMED - Mehmet Buyuk ê 8 roj berê li Navçeya Yenîşehîra Amedê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin. 
 
Mehmet Buyuk ê li Taxa Hantepe ya Navçeya Yenîşehîr a Amedê di 28'ê Çile de hevjîna xwe Sureyya Buyuk kuşt hatibû binçav kirin. Mehmet Buyuk piştî binçavkirina 8 rojan sewqî edliyê kirin. Buyuk piştî li dadgehê îfade da, dadgehê biryara girtina wî da û ew şand girtîgehê. 
 
Dîsa di heman rojê de Suleyman Buyuk, li cihê bûyerê xwest xwişka Sureyya Buyuk F.S., 3 zarokên F.S. û xizmên wan E.B. bikuje. Suleyman Buyuk ku xwest xizmên xwe bikuje, ji cihê bûyerê reviya. 
Xwişka Sureyya Buyuk, F.S. ku bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê tê dermankirin.