Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in

  • jin
  • 11:47 1 Sibat 2021
  • |
img
AMED -  Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî têkildarî Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan daxuyanî da û got ew ê xwedî li têkoşîna Gokkan derkevin û li cem wê ne. 
 
Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî derbarê girtina Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama xwe Ayşe Gokkan de daxuyaniyek nivîskî belav kir û piştevaniya bo Gokkan destnîşan kirin. 
 
Daxuyaniya Platformê ya derbarê girtina Gokkan de wiha ye: 
 
“Endama Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî, Ayşe Gokkan careke din hat destgirtin. Di dema dosyayek ku tê de bêyî girtin hate darizandin, bi hinceta ‘gumana revê’ û ‘endamê rêxistinê ye’ ew xistin girtîgehê. Ayşe Gokkan jinek Kurd a wêrek e ku bi salan di nav siyaseta sivîl a Kurd de cih girtiye û li ser bingeha ‘perspektîfa jinan’ têkoşiya ye. Ew dev ji gotinên xwe bernade, ji nasnameya xweya kurd tawîzê nade. Beşdariya çalak a jinên Kurd di siyasetê de her dem hikûmetan ditirsîne. Tirsa wan a mezin ev e ku polîtîkayên çewisandinê yên ku li ser gelê Kurd têne meşandin bi dengekî bilind têne îfadekirin.
 
Helwesta cesûr a jinên Kurd li dijî vê avhewa tirsê dibe sedema zêdebûna zilmê. Em wekî Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî, li rex endama xwe Ayşe Gokkan radiwestin. Heya dawî, em ê bi zimanek hevpar li dijî polîtîkayên zordar ên li ser jinên Kurd derkevin.”