‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'

  • jin
  • 09:18 30 Çile 2021
  • |
img

MÛGLA - Jinên mûglayî nerazîbûna xwe ya ji bo girtina Ayşe Gokkanê anîn ziman. Jinan diyar kir ku îqtidar polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan dikin didomîne û gotin: "Em ê ji cihê mayî têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkanê bidomînin." 

Dadgeha Cezay Giran a 9'an a Amedê bi îdiaya "rêvebirtiya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" de derbarê Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkanê de biryara girtinê dabû û piştî vê biryarê Gokkan hatibû girtin. Li Mûglayê jinan nerazîbûna xwe ya derbarê girtina Gokkanê de anîn ziman û destnîşan kir ku bi vê biryarê hatiye xwestin ku têkoşîna jinê bê tepisandin. 
 
‘DÊ NIKARIBIN TÊKOŞÎNA JINÊ BITEPISÎNIN' 
 
Sekretera Giştî ya Desteya Rêvebir a Demborî ya Komeleya Piştevanî û Şêwirmendiyê ya Jina ya Mûglayê Leyla Kalin, anî ziman ku di nav xebatên jinan de Gokkan xwedî cihekî girîng e. Kalin, bal kişand ser girîngiya Gokkanê ya di têkoşîna azadiyê ya kurd de û got: "Ayşe Gokkan heval me ye ku Nisêbînê veguheran rengê jinê û derbarê wê de 83 doz hatine kirin. Di her 83 dozan de jî bi delîlên pûç hat darizandin. Îro jî bi heman rêbazê, bi îdiayên bê delîl hat girtin. Lê em ê nehêlin ku têkoşîna jinê bi binçavkirin, girtin û zextan bê îllegalîzekirin. Dê nikaribin têkoşîna jinê bitepisînin." 
 
‘DÊ NIKARIBIN TÊKOŞÎNA JINÊ BIDARIZÎNIN' 
 
Endama Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Emîne Dayioglû jî anî ziman ku bi girtina Gokkanê hatiye xwestin ku têkoşîna jinê paş de biçe. Dayioglû, bilêv kir ku bi zext û zoriyê tê xwestin têkoşîna jinê bêtepisandin û got: "Lê ev îqtidar baş dizane, ne Leyla Guven ne jî Ayşe Gokkan dê bi girtinê bi paş de gav neavêjin. Em jin bi ruhê wan ê berxwedêr dizanin. Bi van zext û zoriyan dê nikaribin TJA'yê û têkoşîna jinê bidarizînin." 
 
'Ê JIN BI SER BIKEVIN' 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bodrûmê Zûhal Macît jî diyar kir ku Gokkan rengê mor ê siyaseta kurd e û got: "Îqtidar dixwaze jinan hepsî malan bike û wan bitepisîne. Lê dê nikaribin bi zext û zoriyan me bitepisînin. Ji ber ku hevalên me li ber kuştina jinan, taciz û tecawizê radibin, îqtidar wan hedef digire. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Dê jin bi ser bikevin, di vê têkoşînê de. Ji bo Ayşe Gokkan û hemû grtî bên berdan çi ji destê me bê divê em bikin." 
 
BIRYAREKE BÊHIQÛQΠ
 
Hevberdevka HDK'ê ya Mûglayê Dîlek Gokçîn jî got: "Qethiyen dê nikaribin me vegerînin. Em ê heya dawiyê bitêkoşin. Gokkan 83 caran hatiye binçavkirin û di ser 200'î re derbarê wê de lêpirsîn hatine destpêkirin. Lê dîsa jî neguherî û ji bo me rêber e. Ev biryar, biryareke bêhiqûqî ye. Berdewama cezayê li Leyla Guvenê hatiye birîn. Ev îqtidar dijminê kurdan, dijminê jinan e. Lê em ê tim li cem Ayşeyê bin û em ê têkoşîna wê ji cihê mayî bidomînin."