Aktivîstên jin: Em biryara derbarê Gokkan de nas nakin

  • jin
  • 09:18 28 Çile 2021
  • |
img

AMED - Aktivîstên jin ku nerazîbûna xwe ya li dijî biryara girtinê ya Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkanê anîn ziman, diyar kirin ku tu hikmê vê biryarê tune ye û têkoşîna dê dewam bike. 

Di danişîna doza derbarê Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkanê de biryara girtina Gokkanê hat dayîn. Jinan bertek nîşanî vê biryarê da û destnîşan kirin ku vê biryarê nas nakin.
 
Aktivîsata TJA'yê Zelal Bîlgîn, bilêv kir ku Gokkan gelek caran hatiye binçavkirin, lê belê her tim jî jiyana azad a jinê parastiye û dev ji têkoşînê bernedaye. Bîlgîn, destnîşan kir ku vê biryara ku derbarê Gokkanê hatiye dayîn jî biryareke dijî têkoşîna jinê ye û got: "Tu hêleke hiqûqî ya biryarê tune ye. Biryareke tolhilgirtinê ya feraseta mêrê serdest e. 83 caran hatiye binçavkirin. Lê cardin jî dev ji têkoşînê bernedaye, her li ber xwe daye." 
 
‘EM Ê PAŞ DE GAV NAVÊJIN' 
 
Bîlgîn, diyar kir ku di demên dawî de li dijî yêkoşîna jinê bêhiqûqîtî tên kirin û got: "Em jin ji bo jiyanê û têkoşînê destûrê ji kesî nagirin. Em ê li gor qanûnên qaşo qanûn tevnegerin. Em baş dizanin mekanîzmaya darazê veguheriye êrîşeke polîtîk. Li dijî vê em ê dev ji têkoşînê bernedin û paş de gav neavêjin." 
 
POLÎTÎKAYÊN DIJMINÊ JINAN
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî anî ziman ku derbarê Gokkanê de bi dehan doz hatine kirin, lê belê cardin jî xwe nedaye alî û got: "Li her derî xebatên xwe bi awayekî aşkere kirin. Lê belê ev biryar, biryareke bêhiqûqî ye. Rewşa daraza Tirkiyeyê nîşan dide. Ev biryar, biryareke milîtarîst, mihafezekar e, biryara feraseta tekparêziyê û polîtîkayên dijminatiya jinan dikin bixwe ye." 
 
‘EM NAS NAKIN' 
 
Kaya, destnîşan kir ku dê li dijî van zextan bitêkoşin û got: "Ayşe, bi serbilindî û bi awayekî aştiyane têkoşîna xwe didomîne. Nikarin bi vî awayî Ayşeyê, têkoşîna jinê, berxwedana jinê û tevgera azad a jinê bisekinînin û bitepisînin. Em vê biryara bêhiqûqî nas nakin. Em li cem Ayşeyê ne. Ayşe hevrêya me ye. Em pê serbilind in."