TJA wê di meha Sibatê de balê bikişîne ser greva birçîbûnê

  • jin
  • 09:09 28 Çile 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Aktivîstên TJA'yê der barê xebatên kampanyeya "Em xwe diparêzin" de axivîn û gotin: "Em ê di meha Sibatê de, balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê xwe parastinê yê jinan."

Kampanyaya bi şîara "Em xwe diparêzin" a ku Tevgera Jinên Azad (TJA) berî çar mehan li dijî tacîz, destdirêjî, qeyûm, talankirina xwezayê, îstîsmara zarokan, êrişên li ser zimanê zikmakî, komkujiyên jinan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, li herêmê bê navber dewam dike. Kampanya ku li bajarên herêm û Tirkiyeyê hat destpêkirin bi eleqe û tevlîbûna jinan mezin dibe. Aktîvîstên TJA'yê yên li herêma Botanê jî, di çarçoveya kampanyayê de, lez dan xebatên xwe, têkîldarî kampanyayê axivin. Jinan banga tevlîbûna kampanyayê li hemû jinên herêmê kirin û dan zanîn ku li dijî hişmendiya serdest dem dema xweparastinê ye.  
 
'ME REXNEDAYÎNA XWE DA' 
 
Aktivîsta TJA'yê Zozan Aksu, bal kişand li ser armanc û encamên kampanyayê û wiha axivî: "Kampanyaya ku me dest pê kir 4 meh û nivê wê qediyan. Xebatên me hîn jî didomin. Me kampanyaya xwe li dijî tundî, tunekirina xwezayê û êrîşên li ser zimanê dayikê da destpêkirin. Em mal bi mal û kolan bi kolan bi jinan re civiyan. Em niha jî hewl didin hîn zêdetir xwe bigihînin jinan. Em bi jinan re civiyan. Ev xebatên me têr û tije derbas bûn. Daxwazên jinan herî zêde ji me, em hîn zêdetir biçin gel wan. Di her hevditinê de jinan ji me re got, di vê kampanyayê de em ê we tenê nehêlîn. Jinan ji me daxwaz kirin ku li gel me di nava xebatan de cih bigirin. Lê mixabin weke asteng civaka serdest nîşan didin. Di van xebatan de me di heman demê de kêmasiyên xwe jî ditin. Mînak me got ku çawa dibe heta niha em neçûne me jin ziyaret nekirine û me çima ew bi tenê hiştine. Bi vî awayî di me de jî, lêhûrbûnek çêbû û bi vî awayî me rexnedayîna xwe da jinan."
 
DÊ BALÊ BIKÊŞIN SER GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
 
Aksu, da zanîn ku di serdema nû de ewê balê dikişînin ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin û ev nirxandinên girîng kirin: "Di vê pêvajoyê de herî zêde tecrît û îzolasyona li girtîgehan di rojevê de ye. Li dijî vê, girtiyan dest bi grevên birçîbûnê kirin. Di çarçoveya xebatên kampanyayê de em ê balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê. Em malbatan yek bi yek ziyaret dikin. Em ji malbatan re armanca grevên birçîbûnê û li hemberî van çalakiyan berpirsyariya civakê ji wan re berfireh vedibêjin. Jin bersiv didin kampanyaya me. Lê ev tenê têrê nake. Hewceye ku malbatên me bibin yek û em bi hevre li qadan deng bidin greva birçîbûnê. Heta ku em danekevin qadan em ê ji wan re nebin deng. Niha xebata me ya herî sereke jî xwe gihiştandina malbatên girtiyane."
 
'XWEPARASTIN MAFEKE REWA YE'
 
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Şirnexê Zeynep Salgucak jî, diyar kir ku di vê pêvajoyê dawî de  êrîşên li dijî jinan gihiştin asta herî bilind û wiha got: "Ev çar meh zêdetire ez di nav xebatên kampanyayê de cih digirim. Ji bo ku bikaribim ji tundiya jinê re, îstîsmara li dijî zarokan re bibêjim na, min di nav xebatên TJA'ê de cih girt. Di pêvajoyeke wiha ku evqas jin tên qetilkirin de, rûniştin ne tişteke exlaqiye.  Em dixwazin pêşiya tundiyê bigirin û di xebatên xwe de ji tundiyê re bibêjin na. Di çarçoveya vê kampanyayê de, em dixwazin li dijî tundiya mêrê desthilatdar xweparastinê birêxistin bikin û li hemberî vê bisekinin. Xweparastin mafeke rewa ye û divê em jin di çarçoveya xweparastinê de xwe perwerde bikin. Dê li herêmê jinek tenê jî nemîne ku em li deriyê wê nexin. Em bang li hemû jinên herêmê dikin ku tevlî xebatên me bibin."
 
'EM DIXWAZIN BIBIN HÊZA ÇARESERIYÊ'
 
Ji jinan Endama Meclîsa Şaredariya Şirnexê ya HDP'ê Seyran Yîgît jî, anî ziman ku xwedî derketina kampanyayê erka her jinekê ye û ev bang li jinan kir: "Dema ku kampanyaya me hat destpêkirin li herêmê şewat hebû. Di encama şewatan de gelek dar û daristan şewitîn. Jin naxwazin xwezaya wan bê tunekirin. Jin dibêjin ku di şexsê xwezayê de dirêjiya jinan tê kirin. Bi vê kampanyayê em dixwazin ji jinên herêmê re bibin bersiv û hêza çareseriyê. Em dixwazin ku her dayikek, her jinek ciwan tevlî xebatên me bibin û em bi hevre ji bo kampanyayê bibin bersiv." 
 
MA / Zeynep Dûrgût