Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be

  • jin
  • 10:03 27 Çile 2021
  • |
img
ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo bernameya serdema nû amadekariyan temam kir û dê bernameya çalakiyan di meha sibatê de eşkere bike. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî bernameya serdema nû amadekariyên xwe temam kir. Çend roj berê Meclîsa Jinan a HDP’ê bi pêkhateyên xwe hemûyan re civiya û di rojeva wan de qetlîama jinan, krîza avhewayê, feqîriya jinan û polîtîkayên tasfiyekirina muxalefeta civakî hebûn. 
 
Meclîsa Jinan bernameya serdema nû ji bo demek dirêj da pêşiya xwe û wê 4-5 mehan çalakî û şahiyên wan bidome. Jinan bernameyek dê li ber qetlîama jinan, rewşa siyasetmedarên jin ên girtî, grevên birçîbûnê û polîtîkayên sepandina tecrîda li Îmraliyê rabin danîne pêşiya xwe. Jinên HDP’yî dê di vê çarçoveyê de hem li kuçeyan û hem jî Meclîsê bi awayek aktîf bikar bînin û îtîrazên xwe bilind bikin. 
 
8’Ê ADARÊ 
 
Meclîsa Jinan derbarê 8’ê Adarê Roja Cîhanê ya Jinan jî dê nîqaşan birêve birin û ji niha ve dest bi xebat û amadekariyên wê rojê kirine û dê çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berdewam bikin. 
 
DI SIBATÊ DE WÊ BERNAME WERE EŞKEREKIRIN 
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi temasa “Edalet” li meydanan bin û wê bernameya çalakiyên xwe di meha sibatê de bi raya giştî re ragihîne.