Armanca Zanîngeha Jinan, ferzkirina tecrîda li ser tecrîdê ye

  • jin
  • 09:04 23 Çile 2021
  • |
img

STENBOL - YOK'ê bi telîmata Erdogan "Zanînegha Jina" xist nav bernameya xwe. Jinan projeya navbirî nirxandin û destnîşan kirin ku bi vê projeyê re tecrîda li ser tecrîdê li jinan tê ferzkirin. 

Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, di 28-29'ê Hezîrana 2019'an ji bo Komcivîna G-20 çûbû Osaka ya Japonyayê û li wir seredana Zanîngeha Jina ya Mûkogawayê kiribû. Erdogan di merasîma ûnvana doktoraya fexrî de ku zanîngehê dabû wî, axivîbû û gotibû dixwaze li Tirkiyeyê jî zanîngeha jina bê avakirin. Biryara ji bo "Zanîngeha Jina" di nav bernameya salane ya 2021'ê ya serokomartiyê de cih girt û Desteya Hîndekariya Bilind (YOK) jî ew daxilî nav bernameya xwe kir. 
 
Jinan berazîbûna xwe ya ji bo vê biryara Erdogan anîn ziman. 
 
DI WARÊ WEKHEVIYA ZAYENDÎ DE DI RÊZA 110'EMÎN DE YE 
 
Sekretera Egîtîm-Sen a Şaxa Kocaeliyê û Peywirdara Lêkolînê ya Zanîngeha Kocaeliyê Sînem Arikan, ev di warê wekheviya zayendî ya civakî de ne mînakeke ku mirov wê wekî model bigire û got: "Di rapora newekehviya zayendî ya global de, Tirkiye di nav 149 welatan de di rêya 110'emîn de ye." 
 
Arikan, destnîşan kir ku ev proje polîtîkayeke nû li polîtîkayên dijminên jinan e zêde kiriye. Arikan, bang kir ku div li dijî êrîşên li ser nasnameya jinê jin îtirazên xwe hîn bêtir bînin ziman. 
 
WEKHEVIYA ZAYENDΠ
 
Endama Kolektîfa Jinên Zanîngehî Zelal Baydemîr jî destnîşan kir ku zanîngehên heyî bi aqilê feraseta serdest a mêran perwerdehiyê didin û got: "Zanîngeh di warê bilêvkirinên zayendîparêz, di warê mamosteyên zayendîparêz de li navenda jiyan me bi cih bûne. Ne tesaduf e ku ji nû ve tên sêwirandin. Jin, ji bo AKP'ê gefeke mezin in. Lewma pêşî êrîşê dbe ser jinan. Ji qeyûman bigire heya krîza aborî, di polîtîkaya zext û zoriyê de jin di lîsteya ewil de ne. Piştî ku jin serhildana xwe bilind dikin, ev yek bi awayekî hovane tê bikaranîn. Daxwaza me jinan, zanîngehên feminîst in. Em dixwazin di nêvengeke wekheviya zayendî ya civakiyî de perwerde bibin." 
 
TECRÎDKIRINA NASNAMEYA JINÊ 
 
Endama Fealiyeta Xwendekaran Lîzge Bîterê jî anî ziman ku armanca vê projeyê ew e ku jin bên paşguhkirin. Bîter, destnîşan kir ku ev proje êrîşeke li ser nasnameya jinê û got: "Ji dêvla afirandina qadên ewle û zanîngehên ewle, dixwazin jinan li devereke diyarkirî tecrîd bikin. Navê projeyê ne zanîngehên jinan e, tecrîdkirina nasnameya jina ye."
 
Bîter diyar kir ku bi vê projeyê tecrîda li ser tecrîdê li jinan tê ferzirin û xwest YOK vê projeyê ji nav bernameyên xwe derxîne. 
 
BERSIB SERHILDANA JINA YE 
 
Endama Jinên Anarşîst ên Şoreşger Êeltem Çûhadar jî destnîşan kir ku armanca projeyê ew e ku jinê ji civakê îzole bike û got: "Ev projeya ku berhemeke aqilê feraseta mêrî ye, em neheyirandin. Em vê ferasetê ji mînîbusên pember dizanin. Bersiva dijî vî aqilî û van polîtîkayan, serhildana jina ye." 
 
MA / Berfîn Karaman – Kadîr Guney