Li Gêlê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 16:48 14 Çile 2021
  • |
img
AMED - Li navçeya Gêlê Hanim Zeyrek a 20 salî bi awayekî biguman mirî hat dîtin.
 
Hanim Zeyrek a 20 salî ku li Mezraya Biçûk a Gundê Inciya ya navçeya Gêlê ya Amedê dijiya, bi awayekî biguman mirî hat dîtin. Zeyreka ku hat îdeakirin di saetên nîvro de bi çekê întîhar kiriye, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Zeyrek li Nexweşxaneya Dewletê ya Gêlê li benda otopsiyê ye.