2 zilamên ku jinan desteser kiribûn û dest dirêjî wan dikirin hatin girtin

  • jin
  • 12:41 13 Çile 2021
  • |
img
KONYA – Li Konyayê, zilamên bi navê Mehmet Demîrbaş û Ûlvî Akbarov ku bi rojan 2 jinan desteser kiribûn û dest dirêjî wan kiribûn, hatin binçavkirin û girtin. 
 
Li Konyayê, zilamên bi navê Mehmet Demîrbaş û Ûlvî Akbarov, li ser medya civakî 2 jinan nas kiribûn û 4 rojan wan desteser kiribûn û dest dirêjî wan kiribûn. Hat hînbûn ku her du jin welatiyên Tirkiyeyê bûne û her du zilaman pasaportên wan jî desteser kirine û ji bilî xwe bi çend kesên din jî dane tecawizkirin. Di 11’ê mehê de her du jinan xwe gihandin polisan û muxdûriyeta xwe ji wan re vegotin. Piştre polis û komên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
 
Ji ber ku derî radayî bû her dû jin bi alîkariya derenceya agirkujiyê ji malê hatin derxistin. Ji faîlan Mehmet Demîrbaş nêzî mala bûyerê û Ulvî Akbarov jî li mala xwe hat binçavkirin. Di lêgerînên ku li malên faîlan hatin kirin de jî çek û pasaportên her dû jinan hatin dîtin. 
 
Her dû faîl jî piştî ku derketin dadgehê hatin girtin. 
 
Her dû jin jî hatine dersînorkirin.