Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Melek Îpek tavilê bê berdan

  • jin
  • 11:09 12 Çile 2021
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê, ji bo Melek Îpek a ku parastina çewherî bi anîbû hat girtin, banga berdanê kir. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê Melek Îpek a ku li dijî Ramazan Îpek ê bi awayekê pergalî tundî li wê û zarokên wê dikir, parastina çewherî bikar anîbû û hatibû girtin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de, rewşa Melek Îpek hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Melek Îpek mecbûr maye ku xwe û zarokên xwe biparêze. Ji ber vê yekê girtin. Li vî welatî, her roj herî kêm 5 jin ji aliyê zilam ve tên qetilkirin. Bi sedan jin mîna Melekê rastî tundiyê tên hene. Tenê sala 2020’an de 300 jin ji aliyê zilam ve hatin qetilkirin û 171 jin bi awayekê guman mirî hatin dîtin.”
 
BIRYARA DARAZA ZILAM
 
Di dewama daxuyaniyê de wiha ev peyam hat dayîn: “Polîtîkayên ne cezakirinê dewam dikin. Ligel ku bersûcê sereke yê Aleyna Çakir Umîtcan Ûygûn dihat zanîn jî, daraza zilam Ûygûn bi hinceta ‘tiryak bikar aniye’ girt. Polîtîkayên ne cezakirinê yên daraza zilam, ne ji bo Melekên mafê xwe diparêzin, ji bo qatilên jinan tên bicihanîn. Lê em baş dizanîn ku daraza zilam tenê bi serê xwe van biryaran nagire. Bi tifaqa AKP û MHP’ê polîtîkayên xwe yên dijminantiya jinê bi rêve dibin.”
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo Melek Îpek banga hestiyariyê kir û wiha got: “Melek Îpek a mafê xweparastinê bi kar divê tavilê bê berdan. Em bang li hemû jinan dikin ku, ji bo Melek Îpek û hemû jinên rastî tundiyê tên, ji bo edaleta rast têbikin.”