Berdevka TJA'yê: Jinên kurd di warê yekîtiye neteweyî de bi xwe bawer in

  • jin
  • 09:03 12 Çile 2021
  • |
img

AMED  - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan anî ziman ku kurd divê dersê ji dîrokê bigirin û bi yek bin û got: "Yekîtiya kurdan, azadiya kurdan e. Bila kurd hemû bibihîsin ku, jinên kurd di warê yekîtiyê de bi xwe bawer in." 

Li Herêma Kurdistana Federe, biryarên eskerî û siyasî yên hevpar ên PDK û Tirkiyeyê, dibin sedema nerazîbûnan. Ambargoya PDK'ê ya li ser Mexmûrê, li herêma Zînî Wertê, Garê û Metînayê bicihkirina hêzên eskerî û avakirina noqteyên kontrolkirin û peymana Şengalê ya bi hikûmeta navendî ya Iraqê re hat çêkirin, li hemberî yekîtiya neteweyî wekî zirareke mezin tê nirxandin. 
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, destnîşan kir ku yekîtî dê bibe azadiya kurdan. 
 
‘DIVÊ DERS JI DÎROKÊ BÊ GIRTIN' 
 
Gokkan, anî ziman ku ji dîrokê heya niha kurdan xwe wekî xanedan, kanton û federasyonan bi rê ve biriye û lewma divê ders j dîrokê bê girtin. Gokkan, bilêv kir ku ji roja ku hêzên serdest li Rojhilata Navîn kurd kirine çar perçe, kurdan bera hev didin û bi vê dixwazin pêşî li ber yekîtiyê bigirin. Gokkan got: "Sed sal e gelek serhildanên Kurdistanê hatin tepisandin, lê belê kurdan dev ji azadiya xwe berneda. Heya niha 28 serhildan çêbûne. Milyon û nîvek kurd hatin kuştin. Lê kurdan dev ji berxwedana xwe berneda. Di dîrokê de Komare Mahabadê li ser pêyan nema, lê bû tecrûbeyek. Heger kurd van tecrûbeyan neynin bîra xwe û esas negirin, wê Kurdistan bibe 8 perçe, wê bibe 16 perçe." 
 
‘PEYAM DIVÊ BAŞ BÊ XWENDIN' 
 
Gokkan, destnîşan kir ku bi pêşengiya kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke jinê pêk hatiye, lê belê ev şoreş bi êrîşan re rû bi rû ye. Gokkan, bilêv kir ku têkoşîna hêz û jinên kurd a li dijî DAIŞ'ê, ji bo hêzên kurdan ên nayên cem hev du peyama "yekîtiyê" bû. 
 
‘BARZANÎ DIVÊ JI XWE RE BIKE DERD' 
 
Gokkan, di warê yekîtiyê de Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî hişyar kir û got: "Birêz Barzanî yekî xwedî tecrûbe ye. Nexwe divê neyekbûna PDK û YNK'ê ji xwe re bike derd. Heger nebin yek, dê cardin perçe kirin bikeve rojevê. Heya ku yekîtî çênebe, azadî ne pêkan e. Ev li seranserê cîhanê wisa ye. Gava em li bakur û rojhilatê Sûriyeyê binerin, êrîşên li ser kurdan peyameke ji bo Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û tevahiya partiyên Kurdistanê. Peyameke ji bo PDK'ê. Yekîtiya Kurdistanê di xetereyê de ye. Dixwazin kurdan li ber çavên kurdan bêîtibar bikin." 
 
PEYAMA OCALAN 
 
Gokkan, anî ziman ku piştî bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo yekîtiya neteweyî, sazî û dezgehên li herêmê hemû ji bo yekîtiyê dest bi xebatan kirine û got: "Em jinên kurd me tu carî di warê piştgiriyê de xwe bêdeng nekiriye." 
 
Gokkan, anî ziman ku gelê kurd bi êrîşên mezin re rû bi rû ne û got. "Em baş dizanin rojên zor û zehmet li benda me ne. Heger em nebin yek dê komkujiyên li hemberî kurdan zêdetir bibin. Dê êşa Kurdistanê bibe êşeke xedar. Em TJA, bang dikin; Ji bo Kurdistan bi yek be, em yekîtiya xwe pêk bînin. Yekîtiya kurdan, azadiya kurdan e. Em jinên kurd her tim bi vê mîsyonê tevdigerin. Bila kurd hemû bibihîsin ku, jinên kurd di warê yekîtiyê de bi xwe bawer in."   
 
MA / Ergîn Çaglar