Behsa tahde, taciz û gefên kesê ku got 'birayê min polîs e' kir

  • jin
  • 09:03 12 Çile 2021
  • |
img

AMED - E.B. ku bi tahde, gefxwarin û êrîşa zayendî ya Remzî N.'yê ku jê re gotibû "li midûriyeta polîsan kekê min heye" maye, anî ziman lêpirsîn bi biryara "neşopandinê" bi dawî bûye û ev yek jî ji bo wê bûye sedema fikaran. 

E.B. ya 35 salî ya sûriyeyî ku tevî hevjînê xwe û 4 zarokên xwe li Amedê dimîne, kesê bi navê Remzî N. tahde lê kiriye û ew taciz kiriye. Piştî ku E.B. gilî kiriye derbarê Remzî N. de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Lê belê lêpirsîn bi biryara "neşopandinê" bi dawî bûye. E.B., diyar kir ku tam du salan hatiye tecaizkirin û gef lê hatine xwarin. 
 
'LI MIDÛRIYETA POLÎSAN KEKÊ MIN HEYE' 
 
E.B., 6 sal berê tevî malbata xwe ji ber şerê li Sûriyeyê hatiya Amedê û li Taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyas a Amedê bi cih bûye. 2 sal in kesê bi navê Remzî N. ku hevjînê wê li cem wî dişixule wê taciz dike. E.B., 2 meh berê taciz û êrîşa ku Remzî N. lê kiriye ji hevjînê xwe re gotiye û çûna Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê Remzî N. kirine. Dozgeriyê jî derbarê Remzî N. de lêpirsîn daye destpêkirin. Remzî N. jî di îfadeya xwe ya li emniyetê de gotiye kekê wî M.N. Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Amedê ye û tiştê pê tê tawanbarkirin red kiriye. 
 
Paşê dozgeriyê jî derbarê lêpirsînê de biryara "neşopandinê" daye. Piştî vê E.B. bi rêya parêzerên xwe îtiraz kiriye û serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê daye. Lê belê dageriyê jî serlêdan red kiriye. 
 
Remzî N. jî serî li Dadgeha Malbatê ya Yekemîn a Amedê daye û xwestiye E.B., hevjînê wê A.T. û parêzera malbatê Zeynep Şeşeogûllari derbarê wî de "beyanên devkî û nivîskî" nedin. Dadgeha Malbatê ya Duyemîn jî biryara ku Dadgeha Malbatê ya Yekemîn dabû betal kir. 
 
Dayika 4 zarokan E.B. tiştên hatine serê wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin. 
 
'PÊŞÎ ALÎKARÎ KIR, DÛ RE TACIZ KIR' 
 
E.B. ku got "Kesên dibin şahidê şer carekê, ez li vê derê ji ber tiştên hatin serê min du caran winda bûm" anî ziman ku ji ber ku zilamê ew taciz kiriye û gefan lê dixwe nehatiye cezakirin hêviya wê nemaye. E.B., da zanîn ku hevjînê wê 6 salan li cem Remzî N. xebitiye ûg ot: "Di du salên dawî de ez taciz kirim. Ewilî wekî patronê hevjînê min, alîkariya me dikir. Digot, pir ji kar û barê hevjînê te razî me, lewma dixwazim aliyê we bikim. Dû re bi awayekî hejmara telefona min wergirt. Di telefonê de dîmenên nexweş dişandin." 
 
GEF LÊ XWARIN 
 
E.B., anî ziman ku piştî wextekê Remzî N. hevjînê wê ji bo kar şandiye deverên dûr û di vê navê re tim telefonî wê kiriye û wê nerihet kiriye. E.B., bilêv kir ku Remzî N. gef lê xwariye ku dê zirareê bide hevjînê wê û dê wan dersînor bike. E.B. got: "Li bendê dima ku zarokên min biçin dibistanê. Dû re telefonî min dikir. Ji ber ku zanibû kes li malê tune ye dihat ber derî. Gava zarokên min li malê bûna, ji min dixwest wan bişînim derve. Wexta min qebûl nedikir gef li min dixwarin. Carinan jî bidîmen telefon dikir û ji min dixwest xwe tazî bikim. Min telefona xw edigirt. Rojekê hat malê. Çawa ket hundir dest danî ser telefona min. Dû re xwe tazî kir. Min jê re got, derkeve derve. Wê kêliyê ji tirsa ji ser hişê xwe çûm. Wexta hatim ser hişê xwe ne li malê bû." 
 
E.B., diyar kir ku gava ji ser hişê xwe çûye Remzî N. dîmenê wê girtine û bi wan dîmenan gef lê xwarine. 
 
E.B., destnîşan kir ku Remzî N. gef lê xwarine û gotiye: "Ez ê hevjînê te bişînim Sûriyeyê, cihê ku DAIŞ lê ye. Ez patronê wî me. Ez ê bibêjim sûc kiriye. Jixwe kesî we tune ye."
 
E.B. got: "Êdî her roj ji tirsa ji ser hişê xwe diçûm. Şik û guman li hevjînên min peyda bûn. Û min her tişt jê re gotin. Me giliyê Remzî N. kir." 
 
GOT 'TIŞTEK NABE' Û NEBÛ JΠ
 
E.B., destnîşan kir ku Remzî N. pişta xwe spartiye birayê xwe yê li midûriyeta polîsan û bi vî awayî gef lê hatine xwarin û Remzî N. jêr e gotiye: "Tiştek bi min nabe, kekê min li midûriyeta polîsan e." 
 
E.B. got: "Me ew da dadgehê. Tiştek ji dadgehê jî derneket. Birayê wî polîs e. Ser bûyerê digirin. Pişta wî birayê wî ye." 
 
REWŞA DERÛNΠ
 
E.B., anî ziman ku ji ber van tiştên hatine serê wê di warê derûnî de tedawî dibe û ji ber ku cihê karê Remzî N. nêzî mala wan e, ditirse. E.b. got: "Ez pir ditirsim. Nikarim razêm. Ji ber stresê gelek nexweşîn li min peyda bûne. Nikarim derkevim derve. Nikarim biçim dikanê jî. Ez û hevjînê xwe tim dikevin qirika hev. Li vê derê xizmên me tune ne. Dewlet jî ne li aliyê me ye." 
 
E.B., diyar kir ku ji ber rewşa aboriyê nikarin mala xwe bibin cihekî din jî û got: "Dixwazim jin, wekîl û parêzer heqê min biparêzin. Şahidek heye. Çima guh lê nekirin? Jixwe gava li telefona Remzî N. binerin wê her tişt aşkere bibe." 
 
E.B., bilêv kir ku ji ber tirsiyaye û gef lê hatine xwarin dîmenên jê re hatine şandin jê birine. 
 
BANGAWAZΠ
 
E.B. bang li jinan kir ûg ot: "Dixwazim jin bêdeng nemînin. Dibe ku tiştên hatin serê min bê ceza man, lê bila bêdeng nemînin. Em bûn şahidê şerekî. Kesên dibin şahidê şer carekê, lê ez du caran winda bûm. Li cem min bin." 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel