‘Li ser erdnîgariyekê qirkirina zayendekê hebe, li wir aştî tuneye’

  • jin
  • 09:45 8 Çile 2021
  • |
img

MUGLA - Sekretera Giştî ya demborî ya Komeleya Piştevanî û Şêwiriyê ya Jinan a Muglayê Leyla Kalin, diyar kir ku ger li ser vê erdnîgariyê qirkirina zeyendekê hebe, aştî tuneye û ji bo bi dawîkirina vê pirsgirêkê banga piştevaniyê kir. 

 
Li Tirkiyeyê, rojê herî kêm 4 jin jiyana xwe ji dest didin. Li gorî danayên Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin ên sala 2020’an, 300 jin hatin qetilkirin û 171 jin jî bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî rapora salê ya platformê, li Aydinê 7, Balikesîrê 2, Denîzlî 4, Isparta 2, Îzmîr 26, Manîsayê 9, Mûglayê 7 û Ûşakê 1 bi giştî li Herêma Egeyê 60 jin hatine qetilkirin. Bi armanca têkoşîna li dijî tundî û cihêkariya zayendî ya civakî ya li bajarê Muglayê her ku diçe zêde dibe, Komeleya Piştevanî û Şêwiriyê ya Jinan a Muglayê di rojên dawî yên sala 2020’an (28’ê Kanûnê) de hat avakirin. 
 
Sekretera Giştî ya demborî ya komeleyê Leyla Kalin (22) armanca avakirina komeleya xwe,ji ajansa me re vegot.
 
‘BI PERGALA ZILAM AŞTÎ NE PÊKANE’
 
Kalin, bal kişand ser armanca komeleyê û wiha axivî: “Berî em vê komeleyê ava bikin jî me li dijî tundî, tacîz û tecawîzê têkoşîna xwe bi rêve dibir. Di çarçoveya vê têkoşînê de, me biryar da ku em komeleyê ava bikin. Piştî nîqaşên me bi rêve birin, em gihan encameke wisan. Em 7 jinan dest bi avakirina komeleyê kir û aliyên wên fermî temam kirin. Em dixwazin piştevaniya zarok, jin û kesên LGBTÎ+ ên mafên wan tên binpêkirin bikin. Bi taybetî em dixwazin qanûna hejmara 6284 û Peymana Stenbolê, ji jinan re vebêjin. Piştî, Zeynep Şenpinar û Pinar Gultekîn hatin qetilkirin, me dest bi şopandina pêvajoya hiqûqî kir. Em dixwazin li dijî cihêkariya zayendî ya civakî têkoşînek giştî bidin. Em bi pergala zilam re li hev nekin. Em dixwazin vê pergala zilam hilweşînin û piştevaniya xwe ava bikin. Em ê vê piştevaniya xwe jî ji jinên azad û xweşik bigirin.”
 
BANG LI JINAN KIR 
 
Kalin, bang li jinên li bajêr dijîn kir û wiha got: “Em jin li her derê, raste rast nebe jî, dibin bandora tundiyê de dimînin. Ji bo vê yekê qet tu girîngiyeke me ya cîna civakî tuneye. Ji ber vê yekê divê hemû jin xwe bi rêxistin bikin. Jinên rêxistinkirî dibin yek û azad dibin. Jinan ku azad dibe jî, xweşik dibe. Ger li ser vê erdnîgariyê qirkirina zeyendekê hebe, aştî tuneye û ji bo bi dawîkirina vê pirsgirêkê em banga piştevanî û rêxistinbûyînê dikin.”
 
MA / Esra Solîn Dal