Li Basayê mirineke biguman

  • jin
  • 22:00 6 Çile 2021
  • |
img
 
ŞIRNEX -  Li gundê Şikeftaspî yê navçeya Basayê ya Şirnexê jina bi navê Kevser Eroglû jiyana xwe ji dest da. Tê derpêşkirin ku Eroglûyê xwe kuştiye.  
 
Li gundê Şikeftaspî yê navçeya Basa ya Şirnexê Kevser Eroglû ya 30 salî, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê dayika 2 zarokan Eroglû, di bîreke avê de bi awayekî daliqandî hat dîtin. 
 
Hat derpêşkirin ku ji ber ku hevjînê wê zarokên wê nîşanî wê nedida, xwe kuştiye. Cenazeyê Eroglûyê ji bo rapora otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.