Pirsa ku saleke tê kirin: Gulîstan Dokû li ku de rê ye?

  • jin
  • 14:30 5 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jin ji 5’ê Çileya 2020’an ve, pirsa aqûbeta Gulîstan Dokû ya bi tu awayî agahî jê nayê girtin dikin. Jinan cardin ji bo lêpirsînek bi bandor, banga li rayedaran kirin ku berpirsiyartiya xwe bi cih bînin. 

 
Rêxistinên jinan, bi boneya yekemîn salvegera windabûna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû, ev saleke bêyî ku bêzar bibin cardin pirsa Gulîstan Dokû li ku de rê ye? ji rayedaran kirin.  
 
AMED  
 
Tevna Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê, bi boneta yekemîn salvegera Gulîsan Dokû li Buroya Alîkariyê ya Edlî ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Mafê Jinan a Baroya Amedê Asya Cemre Işik di civînê de axivî û diyar kir ku li ser serlêdana malbata Dokû wan şandeyek ava kir. Işik, da zanîn ku lê ligel hemû hewldanên wan jî dozger lêpirsînek pêwîst bi rêve nebir. 
 
BANG LI RAYEDARAN KIR 
 
Işik, bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya ji bo dîtina Dokû û wiha got: “Têkoşîna hiqûqî ya xizmên Dokû û rêxistinên civaka sivîl her tim rastî zextan hatin. Kesên xwestin ji bo Dokû dengê xwe bilind bikin hatin binçavkirin. Ev jî bû sedem ku wijdanê civakê birîn bibe û hesta edaletê kêm bibe. Dokû ev saleke winda ye. Di dosyeya wê ya lêpirsînê de xemsarî heye. Divê lêpirsîna Dokû bi awayekê bi bandor bê bi rêve birin. Pêwîste ku aqûbeta Gulîstan bê lêkolînkirin û ji bo bê dîtin, divê hemû kar bên birêve birin. Em bang li hemû rayedaran dikin ku peywira xwe bi cih bînin.”
 
XWIŞA DOKÛ BERTEK NÎŞANÎ BARÎQEDÊ DA
 
Bi minasebeta yekmîn salvegera windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dêrsimê Gulîstan Doku, bi pêşengiya Komîsyona Ji bo Gulîstan Doku Edalet, li parka Hazal a Yenîşehîra Amedê daxuyaniyek hat dayîn. Endam û rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya bajêr û yên navçeyan, endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), rêveberên Partiya DEVA û gelek jin beşdarî bûn. 
 
Jinan pankarta "Ev saleke hûn li ku derê li Gulîstan Doku digerin" vekirin û dowîzên “Gulîstan Doku li ku dere ye” û “Bila xebatek bingehîn bê kirin” rakirin. Jinan di daxuyaniyê de dirûşma “Gulîstan Doku li ku de rê ye” berz kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Ji bo Gulîstan Doku Edalet, Ayşe Esmer ve hat xwendin.
 
DAXWAZA EDALETÊ
 
Esmer, destnîşan kir bi piştgirî û hêza jinan dê Gulîstan Doku bibînin û wiha got: “Em kiryarên Gulîstan û hemû jinên ku hatine windakirin baş dizanin. Ji ber vê yekê em îro jî dipirsin. Gulistan li ku ye? Zaynal Abarakov çima tê parastin? Kî ji Zaynal û bavê wî re bû alikar? Çima Gulîstanê di nava avê de digerin? Heta ku lêpirsineke bingehîn neye kirin, em ê ji bo Gulîstanê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê bavê Gulîstan Halît Doku, wiha axivî: “Gava ku zarokên wan neyê malê gelo nakevin nava fikaran? Em tenê dixwazin keça xwe bibînin. Heta ku em keça xwe nebînin em dev ji lêgerînê bernadin.”  
 
‘EZ HESTIYÊ XWIŞKA XWE DIXWAZIM'
 
Dûre xwişka Doku Aygul Doku jî, destnîşan kir ku ew li gel lêgerîna xwişka xwe di heman demê de li edalet û wîjdanê jî digerin û wiha axivî: "Xebatên ji bo lêgerîna Gulîstan tenê di avê de çêbû. Lê ez dixwazim bila Gulîstan li her dere bê lêgerîn. Xwişka min ew salekê li ku derê ye? Çima nayê dayîn. Çima ji me re dibêjin Gulîstan xwe kuştiye. Madem xwe kuştiye cenazeyê wê li ku ye. Çima ew îşkenceyê li me dikin. Ez hestiyên xwişka xwe dixwazim.”
 
'EMÊ BIBIN DENGÊ GULÎSTAN'
 
Parlementera HDP’a Amedê Remziye Tosun jî bale kişand li ser polîtîkayên şer ê taybet û diyar kir ku windakirina Gulîstan encama wan polîtîkayan e. Remzîye, got: “Gulîstana ku li bajarekî bi hemû kamereyan ve tê temaşe kirin hat winda kirin.  îro Gulîstan Dokû ji bo ku nayê xwestîn bê dîtin, nayê dîtin. Dema em dibêjin “Gulîstan Dokû li ku dere ye” desthîlatdar kerr û lal dibe. Ev tê wateya ku di windakirina Gulîstanê de destê desthîlatdar û hêzên dewletê heye.  Lê belê em vî tiştê qebûl nakin. Em ê di her qadên jiyanê de bibin dengê Gulîstanê û heta ku Gulîstanê bibînin em ê bipirsin “Gulîstan Dokû li ku ye”
 
‘EM BAŞ DIZAN IN’
 
Herî dawî jî Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got: “ Em baş dizanin ku Gulîstan çawa hatiye winda kirin. Heke desthîlatdar bixwesta dikariya Gulîstanê bidîta. Lê naxwazê bê dîtin. Ji ber ku dizane ku li pişta windakirina Gulîstanê bi xwe heye. Lê em wek jinan tu carî şûnde gav naavêjin û di her qadên jiyanê de têkoşînê mezintir bikin. Em ligel hemû astengî û zextan dê dîsa Gulîstan û aqûbeta hemû jinan bipirsin.” 
 
ANTALYA 
 
Platforma Jinan a Antalyayê jî, ji bo Gulîstan Dokû li ber Bîrdariya Attalos, daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Gulîsan Dokû li ku de rê ye?” hat vekirin. Li ser navê Platformê Nîlcan Balikçi, axivî û wiha got: “Dokû salek windaye û bi tu awayî nayê dîtin.”
 
Balikçi, polîtîkayên ne cezakirinê yên dewletê bibîr xist û ev peyam da: “Îro bi polîtîkayên ne cezakirinê yên dewletê, bersûc tên parastin û pişta wan tê gerim kirin. Ev polîtîka berdewam dikin. Lê em jin di malên xwe de, li kargehan, di atolyeyan de û li kolanan rastî tundî, êrîş, tacîz û tecawîzê tên. Li her derê em tên qetilkirin. Em hemû rojên xwe bi vê tirsê derbas dikin. An em ê li van bajaran, bi awayekê wekhev, azad û di nava parastinê de bijîn, an jî emê bi xwe edaletê ava bikin. Yên ku pişta xwe bi desthilatdariya zilam gerim dikin, dijmin û qatilên jinan ew kesin ku li dijî Peymana Stenbolê derdikevine. Hûn ji me ditirsin û hûn mafdarin ku ji me bitisin. Ji ber ku wê sala 2021’an bibe sala têkoşîna me jinan. Em soz didin jinên hatine qetilkirin, jinên arasteyî întîxarê hatine kirin û jinên mijangên wan ketine erdê; heya ku em edaleta rast ava bikin, em ê ji têkoşîna xwe paşve gav ne avêjin.”
 
Li Stenbol, Îzmîr, Edenê û Hatayê jî, bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn û jinan pirsa aqûbeta Gulîsan Dokû ya saleke windaye kirin.