Jinên bi lêgerîna tazî re rûbirû mane: Bi mehan bandor li ser me kir

  • jin
  • 09:52 23 Kanûn 2020
  • |
img

WAN – Jinên bi lêgerîna tazî re rûbirû mane destnîşan kirin ku ew sê mehan ji bin tesîra lêgerîna tazî derneketine. 

 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Omer Farûk Gergerlîoglû lêgerîna tazî ya li Miduriyeta Polîsan a Ûşakê anîbû rojeva Meclîsê. Nîqaşên li ser lêgerîna tazî berdewam in. Cîgira Serokê Koma AKP’ê Ozlem Zengîn îdia kir ku lêgerîna tazî nîne û li ser navê “terorîzmê” Gergerlîoglû sûcdar kir. Cîgirê Serokê Koma AKP’ê yê din Cahît Ozkan jî têkildarî lêgerîna tazî “belge” xwest. Miduriyeta Polîsan a Ûşakê ku di lêgerîna tazî de navborî ye derbarê Gergerlîoglû de gilî kir. Piştî ev nîqaş dest pê kir gelek kesan li ser hesabên medya civakî ragihandin ku ew bi lêgerîna tazî re rûbirû mane. 
 
Nûjîn Yildiz û Aycan Altan ên di çalakiyên şermezarkirina danîna qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatine binçavkirin û ew bi lêgerîna tazî re rûbirû mane. Yildiz û Altan qala lêgerîna tazî kirin. 
 
DI LI BER KAMERAYÊ BI LÊGERÎNA TAZÎ RE RÛBIRÛ MAYE 
 
Nûjîn Yildiz diyar kir ku ew bi 6 hevalên xwe yê jin re hatiye binçavkirin û li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Wanê li odeyek kamera lê hebûne bi sepana lêgerîna tazî re rûbirû mane. Yildiz anî ziman ku li gel ku wê gotiye ew ê lêgerîna tazî qebûl neke polîsek jê re gotiye “ez ê zorê li te bikim” û wiha got: “Min ji neçarî lêgerîna tazî qebûl kir. Me hemûyan di lêgerîna tazî de derbas kirin. Rewşek xerab bû. Polîsan gefên derûnî û zextan li me xwarin.” 
 
‘3 TESÎR LI MIN KIR’ 
 
Aycan Altan jî destnîşan kir ku piştî ew hatiye binçavkirin ew li odeyek Miduriyeta Polîsan a Wanê bi lêgerîna tazî re rûbirû maye û wiha got: “Piştî me birin dadgehê û dema binçavkirina me dirêj bû me paş ve anîn dîsa em bi lêgerîna tazî re rûbirû man. Tesîra lêgerîna tazî demek dirêj li ser min kir. Dema tu di lêgerîna tazî de derbas dibî ne kesek, gelek kes te dibînin. Ez 3 mehan ji bin tesîra lêgerîna tazî derneketim.”
 
‘POLÎTÎKAYA ZEXTAN E’ 
 
Altan bertek nîşanî daxuyaniya Ozlem Zengîn a AKP’yî da û wiha got: “Gotinên AKP’yî yên înkarkirina lêgerîna tazî merivan bêtir xemgîn dikin. AKP’yî derewan dikin. Lêgerîna tazî gelek tê kirin. Lêgerîna tazî jî parçeyek polîtîkaya zextan e.” 
 
MA / Ozlem Yayan