Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne

  • jin
  • 10:42 18 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Kordînatora Projeya Dildarên Stenbolê Derya Komût a ku li Qada Îskele ya Beşîktaşê bu wesîle ku jin karibin hilberînên keda destê xwe li wê derê bifiroşin diyar kir armanca wan ewe ku li 39 navçeyên bajêr bazarên jinan ên mayînde ava bikin.

 
Dildarên Stenbolê yên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de dixebitin bazarên keda jinê ava kirin. Bazara ku di 14’ê mijdarê de, li Qada Îskele ya Beşîktaşê hat avakirin wê heta 31’ê kanûnê vekirî be. Bazar wê di nava hefteyê de di navbera saetên 10.00 û 19.00’an de vekirî be. Di bazarê de hilberînên jinan ên rengîn di standan de cihê xwe digirin. Ji derveyî hilberînên bi destan hatine çêkirin jî, ji sabûna destan bigire heta qenewîçan, ji porselenan bigire heta zînetan li gelek kategoriyên cuda hilberîn û tiştên diyariyê li standan, tên firotin.
 
500 JIN WÊ SÛDÊ JÊ BIGIRIN
 
Tê armançkirin ku 65 standên li Qada Beşîktaşê hatine vekirin, bi awayekê dorveger 500 jin her du rojan carekê firotinê bikin. Bazar, ji ber qeyrana aborî û şewba vîrûsa koronayê hindik be jî ji jinan re dibe qezencek baş.
 
BAZARA HILBERÎNÊ
 
Kordînatora Projeya Dildarên Stenbolê Derya Komût, diyar kir ku di çarçoveya projeyê de bazar avakirine û armanca wan ewe ku ji aliyê aboriyê ve piştgiriyê bidin jinan. Komût, da zanîn ku wê ewil cih bidin jinên ku pêwistiya wan pê heyî lê ji ber ku di şewbê de herkes mexdûr bûye niha nikarin cudatiyeke wisa bikin.
 
Komût, anî ziman ku ji ber bazara jinan avakirine gelek keyfxweş in û wiha axivî: “Di bazarê de ji jinan heqê standê nayê wergirtin, hindik be jî pereyê jin qezenç dikin di berîka wan de dimîne. Ev jî me keyfxweş dike. Hesteke gelek xweş e ji ber kesên tên bazarê zêdetir jinin.”
 
ARMANÇ LI 39 NAVÇEYAN BAZARÊ JINÊ YE
 
Komût, destnîşan kir ku jin hilberînên destê xwe nikarin bifiroşin û wiha lê zêdekir: “Em ji bo ku jin hilberînên xwe bifiroşin dibin alîkar. Em dikarin bêjin ji bo bazarên mezin cihê xwe bigirin ev pêş amadekarî ye. Jin tiştên li malê hilberînin li bazarê difiroşin. Em jinan bi mişteriyan tînin ba hev. Ev bazar wê ji ber qeyrana aborî û şewba vîrûsê ji bo demeke kurt be jî, wê ji bo jinan bibe debara malê. Armanca me ewe ku em li 39 navçeyên Stenbolê bazarên jinan ên daîmî ava bikin. Ji bo me ya girîng ewe ku em qadên hilberînên jinan ku tê de pêşkeş bikin, ava bikin.”
 
Jinên ku li bazarê kirîn û firotinê dikin jî, dan zanîn ku bifirotina hilberînên keda destê xwe bi keyfxweş in û xwestin ku ji bo jinan qadên bazarên xweser bên avakirin. Jinan, diyar kirin ku hem ji ber şewba vîrûsê hem jî ji qeyrana aborî di rewşeke zor û zehmet de ne û ew cihên wiha jî ji bo wan dibe sedema ku bêhn standinê.
 
MA / Semra Tûran