Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare

  • jin
  • 15:14 17 Kanûn 2020
  • |
img
ENQERE - Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Enqerê, derbarê hedef girtina jinên bûyerên tacîzê yên li ser medya civakî aşkere kirin de daxuyanî da û got: “Her dengekê ku jin biling dikin, dengê me ye jî. Em dengan, bi dengên xwe zêdetir dikin.”
 
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê, derbarê aşkerekirina tundiya zayendî û jinên di vî warî de ji aliyê zilam ve tên hedefgirtin de, li avahiya komeleya civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên komîsyonê beşdarî civînê bûn. Endama Komîsyonê Dîlek Yildiz di civînê de axivî û wiha got: “Gelek caran tacîz, sûcekê ku delîlên wê tuneye. Zilam jî bi zanebûn vê yekê red dikin. Ji ber ku jin nikarin delîl nîşand bidin, nikarin serî li darazê bidin. Yên ku serî li darazê didin jî tu encamê bi dest naxwin.” 
 
SÛCDAR FAÎLE
 
Yıldız, da zanîn ku tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare û wiha bilêv kir: “Berpirsiyarê asayîkirina tacîzê jî, yên ku serdestiya zilam derdixin pêş, newekheviya zayendî ya civakî hildiberînin, daraza dewletê ya bi destê baviksalariyê û qanûnên serdest ên hatine avakirine. Jinên ku axivîn jî di saya têkoşîna jinan de, axivîn. Aşkerekirina tundiya zayendî, rêbazeke herî meşrû ya li dijî ne cezakirina bersûcane.” 
 
Yildiz, herî dawî ev daxwaz kirin:
 
“*Divê tacîz weke sûceke zalimana bê qebûlkirin. 
 
*Divê civake wekhev bê avakirin û ji bo vê gav bên avêtin. 
 
*Pêwîste ku qanûna hemara 6284 û Peymana Stenbolê bêşert û merc bên bin cih anîn.”