Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir

  • jin
  • 12:49 16 Kanûn 2020
  • |
img
AMED - Dadgeha Îstinafê cezayê bijîşk Mesut Isi yê hevjîna xwe ya parêzer Muzeyyen Boylu kuşt erê kir.
 
Di 19'ê Gulana 2019'an de bijîşk Mesut Isi hevîna xwe ya parêzer Muzeyyen Boylu kuştibû. Dadgehê bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" cezayê muebeta giran dabû Dr. Isi. Piştî 7'emîn Dadgehea Cezayên Giran a Amedê cezayê muebetê li Issi birî, Parêzerê Issi ceza îtiraz kiribûn. Lê Dadgehae Îsninafê serlêdana parêzeran red kir û cezayê ku 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê birîbû erê kir.