Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin

  • jin
  • 13:31 13 Kanûn 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên jinan piştevanî dan jinên ku li ser medya civakî faîlên tacîzê teşhîr kirin û bal kişandin ser têkoşîna hevpar a li dijî tundiya zayendî.
 
Tweeta ku tacîza zayendî ya nivîskar Hasan Alî Toptaş teşhîr kir, di nav civaka wêjeyê de wergeriya “#Tevgera  MeToo (#MeToo Hareketi)”. Di bin vê tweetê de jinan tacîz û êrişên zayendî yên ku ji aliyê Toptaş û nivîskarên cuda ve li wan hatiye kirin, teşhîr kirin. Di twîtterê de ev bertek bi etîketa “Bila Xew li we Biherime” derket asta herî jor û jinên ku tiştên hatibûn serê wan û bi salan e vedişêrin û jê kesîre nabêjin vegotin. 
 
62 rêxistinên jinan bi nîvîsareke hevpar piştevaniyê dan van jinên ku tacîz û tundiya zayendî ku li wan hatiye kirin teşhîr kirin û destnîşan kirin ku wê li dijî tacîzê bêdeng nemînin. Di nivîsara ku ji îmzeyê re hat vekirin de ev tişt hat gotin: “Di Çalakiya ku ji 8’ê kanûnê ve li ser medya civakî bi tweeta Leyla Salînger a derbarê Hasan Alî Toptaş de dest pê kir û piştevaniya jinan mezin dibe de navê gelek faîlên tacîz û destdirêjiyê derketin holê. Bi hezaran jinên ku bi salan e bi dengekî bilind tacîza li hemberî xwe naynin ziman, di hesabên xwe yên medya civakî de parve kirin. Hevala me Leyla Salînger weke berpirsyarê întîhara weşanger Îbrahîm Çolak îfşaya li hemberî xwe qebûl kir tê nîşandan. Ji aliyê bi sedan kesî ve hedef hat nîşandan.  Em tev dizanin ku tevger û serîhildanên li dijî tacîzê ji aliyê pergala patriyarkal ve hedef tê girtin û bi rêbazên cuda tê bêîtîbarkirin. Ev linç jî tê wateya ku patriyarka li hemberî serîhildana jinan ketiye nav tirsê ji jinên dengê xwe bilind kirine re dibeje, ‘Hûn ê bêdeng bibin’. Îro jî sibê jî em li cem jina ku dengê xwe li hemberî tacîzê bilind dike bin û ji têkoşîna xwe paşde gav mavêjin.” 
 
Rexistinên jinan ên ku navê wan li binî nivîsara hevpar heye wiha ne:
“ * Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê 
* Paltforma Jinan a Enqereyê 
* Kolektîfa Femînîst a Antalyayê 
* Jinên Antîkapîtalîst
* Paltforma Jinan a Bartinê
* Meclisa Jinan a Destpêkê (Başlangıç)
 * Meclisa Jinan a BEKSAV’ê
* Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrûmê 
* Komîsyona Xebatên Zayenda Civakî û Jinan a ÇHD’ê
* Paltforma Jinan a Datçayê
* Fanzîna Jinan a Nokin Hesinî 
* Komîsyona Jinan a Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê 
* Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk
* Tevgera Jinên Demokratîk 
* Komeleya Piştevaniya Jinan a Stêrka Behrê 
* Platforma Jinan a Dîkîliyê 
* Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê 
* Jinên Egîtîm Îş’î yên Sînopê 
* Jinên Egîtîm Sen’î
* Komîsyona Jinan a Odeya Endezyarên Ceyranê 
* Derdora Jinên Femînîst
* Komeleya Piştevaniya Jinan a Fethiyeyê
* Jinên Halkevcî
* Meclisa Jinên Pêşverû 
* Platforma Jinan a Îskenderûnê 
* Piştevaniya Parezerên Jin a Stenbolê 
* Enstîtuya Femînîst a Stenbolê 
* Komîsyona Jinan a Odeya Bijîjkan a Stenbolê 
* Yekitiya ÎTU’yê 
* Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidine Rawestandin 
* Piştevaniya Jinan 
* Meclisên Jinan 
* Tora Parastina Jinan 
* Komeleya Dema Jinan 
* Jin bi Hev re Bihêzên
* Rizgariya Jinan 
* Jinên KAHDEM'î
* Jinên Ji Kaldıraçê
* Kampûsa Pîrebok 
*Meclisa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê 
* Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Jinan a Kibele Dîdîmê 
* Piştevaniya Jinan a Çilpîne (Kırkyama)
 * Komeleya Jinan a Kozayê 
* Weqfa Stargeha Jinan a Çara Xemrî 
* Piştevaniya Xemrî 
* Leflefoka (Sarmaşika) Xemrî 
* Piştevaniya Jinan a Hinarê (Nar)
* Jinan Ciwan a Azad 
* Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê 
* Piştevaniya Jina Azad 
* Komeleya Jinan a Rosayê
* Platforma Jinan a Sînopê
* Mecliêsên Jinên Sosyalîst 
* Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Şîşliyê
* Tevgera Jinen Azad (TJA)
*Komîsyona Jinan a Stenbolê ya TMMOB’ê 
*Hiqûqa Civakî ya Jinan
* Kolektîfa Jinan a Zanîngehiyan
* Komeleya Jinan a Starê ya Wanê
* Înîsiyatîda Em Dixwazin Bijîn
* Jina Nû ya Demokrat 
* Platforma Jinan a Yogûrtçûyê”
 
ÎNÎSIYATÎDA EM HENE Û LI VIR IN
 
Înîsîyatîfa Em Hene û Li Vir in ku ji aliyê wênekêşên jin ve hatiye avakirin jî bi armanca piştevaniya bi jinên ku tundiya zayendî teşhîr kirine re daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyaniya înîsiyatîfê wiha ye: 
 
“Di vê demê ku jin çîrokên şîdeta zilaman vedibêjin de, me bi gotina #metoo li ser medyaya civakî dest bi vegotina çîrokên şîdeta zayendî kir. Em wek jinên wênegir, bertekên li hemberî jinên ku şîdetê vedibêjin û li şûna ku kiryaran ceza bikin mexdûran hedef digirin, şermezar dikin. Em dubare dibêjin, em li cem hevalên xwe yên ku çîrokên şîdetê vedibêjin in!
 
Em di nav pergaleke ku bi baviksalarî û newekheviya zayendiyê navên jin û LGBTIyan diveşêre, wan tune dihesibîne de dijîn. Meseleya veşartinê hêza xwe ji patriyaka digire û bi tu awayî naxwaze ku em wek xwe bin û werin qebûlkirin. Em bi hemû ciyawazî û rengîniya xwe ji şîdeta zilaman re dibêjin EDÎ BES! Ji bo ku em pêşî li hişmendiya desthilata mêran a ku sûd ji çanda tecawuzê digire, bigirin piştevaniya xwe xurt dikin!       
 
Ji jinan re qet ne hêsan bû ku şîdeta ku wan jiyaye vebêjin. Ji ber ku bi sedsalan e em bi tirsê mezin dibin, perwerde didin me ku em bêdeng bimînin û şerm bikin. Em ê bêdeng nemînin û her ku em biaxivin û eşkere bikin, ê ku şerm bikin dê em nebin! Divê hesab ji kesên şîdetê dikin re were pirsin ne ji mexdûran re. 
 
Şîdeta zayendî bi têkiliyên hêzê ve eleqedar e û dikare li her derê pêk were. Ji bo ku kesayetan bin bixîne, biqutifîne, bitirsîne, ceza bike, li ser wan tade bike yan jî desthilata xwe deyne dikare pêk were. Îhtîmala pêkhatina şîdetê di her komên ku alîgirên têkiliyên hêzê û hiyerarşiyê ne de zêde ye. Qada wêneyê jî ji şîdeta mêran ne bêpar e! Dibe ku her kes kiryar be; dibe ku ew kes yek ji hunermendên wêneyan yê ku di têkiliyên xwe de bihêz e û em hunera wî gelek diecibînin be jî. Kesên ku şîdetê pêk tînin tu car bi sekna xwe ya civakî û bi karaktera xwe nikarin werin nirxandin û şîdeta wan jî dê tu car rewa neyê dîtin. Çawa ku li gorî nirxên civakî aşkerekirina jinên ku rastî tacizê hatine weke bêexlaqî tê dîtin em qebûl nakin, bi vî awayî em ji aliyê entelektuelan ve parastina kiryarên tacizê jî qebûl nakin. Em baş dizanin ku şîdet û taciz ne tenê bi awayên veşartî pêk tên, di heman demê de li cihên kar bi mobingê, di nav jiyana me ya giştî de bi dêrûniyê û şopandinê bi awayekî tund pêk tên. Şîdeta ku di nav saziyan de ji aliyê rêvebir û hevalên xebatê yên zilam re bi awayekî veşartî pêk tê jî em qebûl nakin û li dijî wê şîdetê jî dengê xwe bilind dikin.
 
Kesên ku travmaya şîdetê dijîn bila hedef neyên girtin û sedemên şîdetê ji wan neyê pirsîn; ji ber ku em baş dizanin dema ji mexdûran hesab were pirsîn wê demê kiryar xwe diveşêrin û edalet bi cih nayê. Ji bo ku em piştgirî bidin lêgerîna edaletê ya mexdûran divê em cesareta wan xurttir bikin û ji kiryarên taciz, tecawuz û şîdetê hesab bipirsin!
 
Mafê me ye ku; em li cihên kar, li cihên ku em lê ne, çalakiyên ku em lê beşdar dibin û li qadên cemaweriyê aramiyê hîs bikin û bi ewle bijîn. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li mafên me derkevin û ji bo ku pêşî li şîdetê bigirin berpirsiyariyan hilgirin!