Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin

  • jin
  • 09:10 12 Kanûn 2020
  • |
img

ENQERE - Parlementera HDP'ê Semra Guzel, ji ber ku bi boneya Roja Jinan a Cîhanê kart ji girtiyan re şandine, derbarê wê de fezleke hat amadekirin. 

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel, ji ber ku bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kart ji girtiyan re şandiye, derbarê wê de fezleke hat amadekirin. Ji bo karta wê ya ji girtiyên jin ên li Girtîgeha Îzmîrê ya Jinan re şandiye hatiye gotin ku "girtiyan motîve dike" û ev yek di çarçoveya "propagandaya rêxistina terorê" de hatiye hesibandin. 
 
Guzel di karta xwe de ev tişt nivîsandibûn: "Ez berxwedana te ya birûmet bi rêzdariyî silav dikim. Em destên xwe li baxçe datînin û helbet em dizanin wê şîn bibe. Ne zilamên aqilê wan ji riha wan zêde, ne jî kesên dengên wan ji wijdanê wan zêde dertê, nikarin jinên bêhna azadiyê ji porê wan tê bisekinînin û heya çerxa cîhanê bigere dê kesek ji wan nikaribe bisekinîne. Bi vê bîr û baweriyê, bi hêvî 8'ê Adara we silav dikim. Bi dostaniya xwedavenda hemêz dikim."