Li Wêranşarê îdîaya di du rojan de 2 'întîhar'

  • jin
  • 10:20 4 Kanûn 2020
  • |
img
RIHA - Li Wêranşarê, hat îdîakirin ku di nava du rojan de, jinekê bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da û jinekê xwest ku întîhar bike jî, bi awayekê giran birîndar bû. 
 
Hat îdîakirin ku li Taxa Kişla ya girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê, jinekê hewl da întîhar bike. Jina xwest întîhar bike, duh bi şev saet 22.30'an xwe ji qata duyemîn a malê avêt û bi giranî birîndar bû. Welatiyên derdorê agahî dan nexweşxanê, lê ekîbên tenduristiyê berî ku bigihin cihê bûyer, wesayîteke sivîl jina ciwan rakir nexweşxaneyê.
 
MIRINEK BI GUMAN
 
Li aliyê din, hat  îdîakirin ku jina ciwan Bêrîvan Başim di 2'yê Kanûnê de, li Taxa Akbûlût a Wêranşarê bi çekê întîhar kiriye. Bêrîvan Başim bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da û têkildarî mirina wê tu agahî nehatin bidest xistin. Hat hînbûn ku malbatê xwestiye Başim, bi zorê bide zewicandin.