‘Ji ber xemsariya dewletê tundî li jinên karkerên malê tê kirin’

  • jin
  • 11:27 1 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL – Seroka Giştî ya EVÎD-SEN’ê Gulhan Benlî, diyar kir ku xemsariya dewletê dibe sedema zêdebûna tundiya li ser jinên karkerên malê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêşniyara pakêtek çalakî kir. 

 
Li gorî lêkolîna Sendîkaya Piştevaniya Karkerên Malê (EVÎD-SEN), jinên karkerên malê hem li mal hem jî li kar bi tundiyeke zêde re rû bi rû dimînin. Di anketeke ku li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bûrsa, Edene û Antalyayê bi 413 jinên karkerê malê re hatiye kirin de li ser tundiya fîzkî, derûnî, aborî û zayendî û zehmetiyên ku dikişînin hatiye rawestandin. Li gorî hevdîtinên ku hatine kirin, dahata ji sedî 62’yên beşdaran di bin 2 hezar û 500 TL’yî de ye û ji sedî 68’ê wan jî niha bêkar in. Ji sedî 83’yê jinên karkerê malê bê sîxorta dixebitin û ji sedî 96’ê wan jî bêqeyd dixebitin. Di pêvajoya pandemiyê de ji sedî 56 karker jî ji kar hatine derxistin. 
 
‘DAHETEKE JINÊN KARKERÊN MALÊ TUNEYE’
 
Seroka Giştî ya EVÎD-SEN’ê Gulhan Benlî, encamên anketa ku hatiye kirin nirxand û diyar kir ku pirsgirêk bi pêvajoya pandemiyê re ji sedî 100 zêde bûne û wiha got: “Ji ber tirsa bêkariyê di pêvajoya pandemiyê de jî jin çûne malan û paqijiyê kirine. Divê êdî dewlet dengê karkerên malan bibihîze û şertên wan sererast bike. Ji jinên karkerên malan re tu dahateke tuneye. Divê destpêkê dahatek ji karkeran bê dabînkirin. Em timik vê ji rayedaran re dibêjin. Li hemberî vê guh ker û çav kor in. Kes naxwaze tiştekî bibihîze. Dewlet me neçar dihêle. Em nizanin ku em ê çi bikin. Xemsariya dewletê dibe sedema zêdebûna tundiya li ser jinên karkerên malê. Jinên karkerên malê ji pirsgirêkên xwe çareseriyê dixwazin.”
 
MA / Semra Tûran