Ji jinên kurd beriya 25’ê Mijdarê çalakiya bipankart

  • jin
  • 12:11 23 Mijdar 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Kurd, pankarta 25’ê Mijdarê bi avahiya Radioya BBC a li Aleksander Palace ya li Londraya Bakur ve kirin. 
 
Înîsiyatîfa Jinên Kurd, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê de  pankarta 25’ê Mijdarê bi avahiya Radioya BBC a li Aleksander Palace ya li Londraya Bakur ve kirin. Mirovên li derdorê bi çepikan piştgirî dan jinên ku pankartê daleqand. Pankartên ku ji aliyê înîsiyatîfê ve hatine amadekirin dê her roj li li parq û qadên populer ên bajar bên daleqandin.