Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê: Serlêdanên di warê aborî û mafên civakiyî de zêde bûn

  • jin
  • 09:04 22 Mijdar 2020
  • |
img
ENQERE - Endama Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, anî ziman ku bi pandemiyê re hejmara serlêdanên ku ji bo rewşa aborî û mafên civakiyî hatine kirin zêde bûne. 
 
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê em bi Komîsyona Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re axivîn. Li gor daneyên komîsyona di meha Çile-Cotmehê ya 2020'an de hezar û 120 kesî bi rêya înternetê xwe gihandiye komeleyê. Ji van serlêdanan 539 jê ji bo rewşa aborî û mafên civakiyî bûne. Her wiha 402 serlêdan jî ên jinan bûne. Herî zêde jî di meha Nîsan, Gulan û Hezîranê de serlêdan hatine kirin. 
 
Endama Desteya Rêvebir a Navendî û Endama Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, serlêdanên hatine kirin û pirsgirêkên jinan nirxandin. 
 
ERLÊDAN ZÊDE BÛNE 
 
Çevîrmen, anî ziman ku beriya pandemiyê piranî di warê taciz, tecawiz û şidetê de serlêdan hatine kirin û got, herî zêde jî girtiyan selrêdan iriye. Çevîrmen, bilêv kir ku lê belê piştî pandemî çêbûye serlêdanên di warê aborî û mafên civakiyî de zêdetir bûne. Çevîrmen got: "Gelek jinên ku hevjînên wan girtî ne, di çaçroveya maf aborî û civakiyî de serlêdan kirin. Ji jinên 16 salî heya jinên 80 salî serlêdan kirine." 
 
Çevîrmen, bilêv kir ku bi piranî jinên ku rewşa wan a aborî û civakiyî nebaş e, li ber şidetê ranebûne û got: "Jinên ku nikarin jiyana xw ebidomînin, bi şideta ji derve tê kirin re jî rû bi rû dimînin. Jinên ji be rşidetê diçin stargehan, pitşî demekê ji ber ku derfet tune ne, cardin diçin cem malbatên xwe. Ev jî tê wateya ku şidet didome û jiyana jinan zehmtir dike." 
 
Çevîrmen, diyar kir ku bi şewbê re gelek jin betal mane û got: "Jixwe bi heqdesteke erzan dixebitîn. Di vê pêvajoyê de ew jî çû." 
 
GIRTÎGEH 
 
Çevîrmen, destnîşan kir ku piştî pandemî çêbûye herî zêde li girtîgehan maf hatine binpêkirin û zext zêde bûne. Çevîrmen, diyar kir ku gelek jinên girtî sewqî girtîgehên dûr tên kirin û got: "Jinên girtî yên tevî zarokên xwe di girtîgehê de ne, bi prisgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Her wiha di serlêdanan de ferzkirina lêgerîna tazî pir bûye. Di dema sewqkirina nexweşxaneyan de jî bi nêzîkatiyên cihêkariyî re rû bi rû dimînin." 
 
JINÊN PENABER 
 
Çevîrmen, da zanîn ku jinên penaber jî ji ber neheqî û tahdeya li wan tê kirin serî li komeleya wan didin û got, di demên dawî de gelek jinên penaber serî li wan dane. 
 
GUHERÎN Û VEGUHERÎN 
 
Çevîrmen, destnîşan kir ku di warê çareseriyeke mayinde ya ji bo pirsgirêkên jinan zehmtiyê dikişînin û got: "Çareserkirina van pirsgirêkan bi guherandina polîtîkayên Tirkiyeyê pêkan e. Sedema ku em di xebatên xwe de nagihên encamekê jî ev polîtîka ne. Em di nav pergaleke ku Peymana Stenbolê nîqaş dike, qanûna 6284'an pêk nayne û şideta nav malê hel nake û jinan dişînin cihwarên ku tahde li wan tê kirin de, hewl didin ku çareseriyekê peyda bikin. Lê mixabin em nikarin bibêjin em çareseriyên mayinde peyda dikin. Lewma divê polîtîkayên heyî hemû biguherin û bên veguherandin. Heger em hemû di nav guherîn û veguherînekê de bin dê encam bên girtin." 
 
MA / Berîvan Altan