Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî

  • jin
  • 17:10 19 Mijdar 2020
  • |
img
STENBOL – TJA’ye bi wesîleya 25’ê Mijdarê ji bo jinên hatine qetilkirin çalakiya zincîra xemrî li dar xist.   
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navçeya Avcilarê ya Stenbolê ji bo jinên hatine qetilkirin çalakiya zincîra xemrî li dar xist. Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, aktîvîstên TJA’yê dayiken aştiyê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê wêneyên jinên ku hatine qetilkirin û pankarta "Em Xwe Diparêzin" û dovîzên “Jin jiyan azadî’, “Efûya îstismara zarokan nabe” hatin hilgirtin. 
 
Di çalakiyê de Aktîvîsta TJA’yê Turkan Kocadag axaftinek kir û jinên ku di demên cuda de hatibû qetilkirin bi bîr anî û got ku dê hesabê wan bipirsin û xwe biparêzin. Kocadag, di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan û daxwaza mafên xwe bikin. 
 
Çalakî bi dûrişmeyan bi dawî bû.