'Piştevanî û rêxistinbûyîna jinan me li ser pêya digire' 2020-06-10 15:21:29   AMED - Meclîsa Jinan a HDP'a Amedê têkildarî kampanyaya xwe daxuyanî da. Hevseroka HDP'a Amedê Hulya Alokmen Uyanik daxuyanî da û got: "Tiştên ku ew ê me li ser pêya bigire û birêxistin bike piştevanî û têkoşîna jinan e. Em bangî hemû jinan dikin û em dibêjin em ê bi têkoşîna xwe bibin tirsa îqtîdaran."    Meclîsa Jinan a HDP'a Amedê derbarê kampanyaya xwe ya bi navê "Têkoşîna jinê li her derê ye" daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî li ber Pira semta Ofîsa Amedê pêk hat û gelek jin beşdar bûn. Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan jî di daxuyaniyê de amade bû. Di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî îstismar û qeyûman em ê bisekinin" hat hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'a Amedê Hulya Alokmen Uyanik hat xwendin.    'DIXWAZIN DESTKEFTIYÊN ME DESTESER BIKIN'    Uyanik diyar kir ku îqtîdar pandemiyê ji xwe re dike wekî fersendekê û got: "AKP darbe li dijî îradeya gelan pêk aniye. Her wiha êrîşî ziman, çand û nasnameya gelê kurd jî dike. Dixwazin destkeftiyên me ji me bigirin û loma êrîşî pergala hevserokatiyê dikin. Parlamenteriya Leyla Guven xistin. Leyla di warê doza kurd de bedelên mezin daye."   'ÊRIŞAN DIBIN SER AVAHIYÊN JINAN'    Uyanik da zanîn ku têkoşîna jinan dibe armanca îqtîdare û wiha got: "Çi dikin bila bikin nikarin hêrsa gelê bindest bi dawî bikin. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ya qaşo tendirustiya gel difikire guh nedan hişyariyên me û tedbîrên li dijî tundiya li ser jinê negirtin. Êrişî saziyên jinan kirin. Herî dawî êrişî Komeleya Rosayê kirin. Hem endamên Komelaya Jinê ya Rosayê hem jî aktivîstên TJA'yê kirin bin çavan û girtin. "   'ZAYENDPERESTÎ DJIMINATIYA JINAN E'    Uyanik anî ziman ku îstismara zarokan bê rewakirin û got: "Jinên ku têkoşîna xwe dimeşînin li dijî wan êrîşa zayendî pêk tê. Zayendperestî dijminatiya jinê ye. Êrîşa li dijî jinê bi her rengî didome.Bi kargoyan cenazeyên zarokên jinên kurd şandin. Cenaze di bin peyarêyan de defin kirin. Êrîşî goran dikin û nirxên gelekî tune dihesibînin. Îktidara AKP-MHP'ê dixwaze bi dijminatiya jinê temenê xwe dirêj bike."   'EM Ê RÊXISTINKIRINA XWE BIDOMÎNIN'    Uyanik destnîşan kir ku armanca îqtîdarê ew e ku jinan bêdeng bikin û wiha got: "Destkeftiyên jinan hedef digirin. Lê em ê hîn bi hêztir têkoşîna xwe bidomînin. Em ê wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi hev re li dijî qeyûm, îstismar, zagona înfazê, tundiya li ser jinê, em ê li mal, kuçe, kolan, qadan, fabrîqeyan û atolyeyan di nava rêxistinê de bin."   Jinan bi berzkirina dirûşmên "Têkoşîna jinê li her derê ye", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Zext nikarin me bêzar bikin" daxuyaniya xwe bi dawî kirin.