Bi Rosa peyam dan hemû jinan 2020-05-29 09:13:35 AMED - Ji Komeleya Jinan a Rosa Rûken Erguneş, diyar kir ku şopandina teknîkî ya di lêpirsîna li dijî endamên wan hat birêvekirin de, rastî dema Wêzîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû ku di sala 2018’an de jin weke hedef nîşan dabûn, hat û got: “Xwestin bi operasyona li dijî Komeleya Rosa peyam bidin hemû jinan.”  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Komeleya Jinan a Rosa bi rêve bir de, gelek rêveberên komeleyê jî di nav de, 9 jê jin bi giştî 12 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Rûken Erguneş, binçavkirin û girtin nirxandin û diyar kir ku komeleya wan di hedefê deye.    'EM BI XEBATÊN XWE TÊN SÛCDARKIRIN’   Erguneş, anî ziman ku bi girtin û binçavkirinan dixwazin jinên li dijî tundiyê derdikevin bikin hedef û wiha axivî: “Di pêvajoyekê ku hemû saziyên jinan hatin girtin de, em bi armanca pêşî lêgirtina tundiya li ser jinê komeleya xwe ava kir. Me xebatên li dijî tundiya jinê û îstîsmara zarokan bi rêve dibir û ev xebata xwe bi rêya çapemeniyê ji raya giştî re aşkere dikir. Agahiya ewlekariyê ji hemû xebatên me hebûn. Lê di rewşa heyî de em bi xebatên xwe tên sûcdarkirin. Sûcê me  kiriye jî, di vê demê de me xwe gihand pir jinan. Ev ji bo wan bû pirsgirêk.”    DÎROKA ŞOPANDINA TEKNÎKÎ   Erguneş, bal kişan ser axaftina Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu ya di sala 2018’an de li Enqerê beşdarî “Bernameya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê” bibû û derbarê jinan de kiribû û wiha got: “Soylû wê demê bi gotinên kirin, jin hedef nîşan dan. Wezîrê Karê Hûndir hewl dabû ku rêxistinên jinan, xebatên jinan krîmînalîze bike. Dema ku em li dosyaya lêpirsînê ya darbarê hevalên me de hatiye vekirin û operasyona dawî mêze dikin, rastî dema Wêzîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû jin weke hedef nîşan dabûn hat. Ji wê dîrokê ve hevalên, xebatên me û komeleya me tên şopandin. Ev ne tesadufe.”   ‘LI DIJÎ JINAN BÊTEHEMÛLIN’   Erguneş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Desthilatdarî dixwaze di hemû qadan de civakê bi rêve bibe. Kesên li dijî wan derdikevin jî, yan terorîze dikin an jî ceza dikin. Me gelek xebata bi rêve birin. Wisan xuya dike ku xebata me pir bala wan kişandiye ku kirine hedefa xwe. Li hemberî jinan, xetabên jinan, têkoşîna jinan û destkeftiyên jinan bêtehemûlin. Bi hedefgirtina Rosa xwestin peyam bidin jinan. Bi vê bêtehemûlî û dijîminantiya xwe ya li dijî jinan, dixwazin rêxistinên jinan bêdeng bikin.”    ‘EMÊ TÊKOŞÎNA XWE YA LI DIJÎ TUNDIYÊ DEWAM BIKIN’   Erguneş, dest nîşan kir ku li gel hemû zext û êrîşan jî ewê xebatên xwe bi navber dewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li her derî li dijî jinan tundî heye. Emê jî li her derê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê dewam bikin. Niha xebateke me ya anketê heye. Derbarê jinên di malan de keda wan tê xwarine deye. Me li tevahiya Amedê, derbarê tundiya jinê de xebat birêve bir. Emê di rojên pêş de vê xebata xwe jî bi dawî bikin. Emê xebatên xwe yên wiha û çalakiyên xwe dewam bikin.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel