Li dijî qanûna îstismarê çalakiya qurdeleya Xemrî li dar xistin 2020-05-20 14:50:25   ENQERE – Platforma Jinan a Enqereyê, di çalakiya xwe ya kurdeleya mor a li dijî qanûna istismara zayendî de ev titş got: “Îro jî û sibê jî em nikarin çavên xwe ji meşrûkirina istismara zarokan re bigirin û xesarek bigihîje zarokek tenê”   Platforma Jinan a Enqereyê, li ber Şaredariya Çankayayê, li dijî qanûna istismara zayendî çalakiya kurdeleya mor li dar xist. Jinan, li gorî mesafeya fizîkî bi kurdeleyên mor xelek çêkirin û dovîzên li ser wan “Efûya îstismarê nabe” , “Zewaca di temenê biçûk de tundî ye” û “Îstismara zarokan fihil nekin darizînin” nivîsandîbûn hil girtin. Di çalakiyê de ji paltformê Dîlek Yildiz axîvî.   TECAWZIKARAN DIKE HEVJÎN   Dîlek Yildiz, diyar kir ku desthilata siyasî, di bin navê “efûkirina zewacê” de dixwaze îstismarkarên zarokan berde û wiha got: “Ji bo qanûna ku em her car li dij derketin, amadekarî tên kirin ku piştî cejnê bibib rojeva meclisê. Di qanûnê de tê gotin ku kesê ku zarokê îstismar bike dikare weke hevjînê wê vegere malê. Dibêje ku dibe di navbera zarok û îstismarkar de 15 sal ferqa temen hebe. Yanî kesekî 30 salî dema ku dest dirêjî zarokeke 15 salî bike, heke pêre bizewice dikare weke hevjînê wê vegere malê û ew bê sûc e.”   DEWLET ZAROKAN MEHKÛMÎ TECAWIZÊ DIKE   Yildiz, destnîşan kir ku bi qanûna ku tê xwestin bê derxistin tecawizkaran diparêze û zarokên ku bên îstismarkirin ceza dike û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Heke ev qanûn li meclisê bê derbaskirin wê bi destê dewletê zarok bi awayekî sistematik mehkûmê tecawizê bên kirin. Li Cîhanê, Tirkiye weletê sêyemîne ku lê tecawizî zarokan tê kirin. Di bernameyên televîzyonan de jî îstismarkirina zarokan tê meşrûkirin.”   DAXWAZÊN JI QANÛNÊ   Piştî nirxandin ku derbarê qanûnê de kir Yildiz, ev daxwaz rêz kirin: “Divê pêşniyarqanûn, tenê ji bo derbaskirina mexdûriyetên têkiliya hemsal bê sererastkirin, ji bo parastina ji istismara zayenî sererastkirinên qanûnî bên kirin, temenê zewacê yê bi destûra malbatê yê 17 salî û yê bi destûra dadgehê yê 16 salî qet neyê sistkirin û di binî 18 saliyê de bê qedexekirin û divê neyê jibîrkirin ku berpiryariya dewletê ne parastina tecawizkaran parastina zarokan be.” Çalakiya jinan, bi berzkirina dûrîşmeyên “Îstismara zarokan fihil nekin sûcdaran darizînin” , “AKP’a îstismarkar destê xwe ji zarokan vekişîne” û “Bijî piştevaniya jinan” bi dawî bû.