Wekîlên jin ên HDP’î xwestin îstîsmara zayendî bê lêkolînkirin 2020-05-20 14:34:47   ENQERE - Koma Jinan a Parlementoyê ya HDP’ê, bi armanca pêşîlêgirtina îstîsmarkirina zayendî ya li dijî zarokan, xwest ku Meclîs lêkolîn bike û derbarê mijarê de 21 pirsnameyên cuda dan.   Koma Jinan a Parlementoyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca pêşîlêgirtina îstîsmarkirina zayendî ya li dijî zarokan, xwest ku Meclîs lêkolîn bike. Parlamenterên jin, ji bo ku Wezîra Karê Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk bi bersivîne, derbarê mijarê de 21 pêşniyazpirsên cuda dan Meclîsê.   Di pêşniyazpirsên hatin dayîn de wiha hat gotin: “Dewlet ji bo bergirtiyên bên girtin, berpirsiyariya xwe bi cih nayîne. Ji ber vê yekê îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan û bûyerên îstîsmarê yên di nava malê de zêde bûne. Ji bo ku zarokên keç di temenekê biçûk de neyin zewicandin, em dixwazin ku xebat bên birêve birin û bergirî bên girtin. Ger mexdûr bi bersûcên tecawîz û îstîsmarkarên zayendîre bên zewicandin, wê pêkanîna ceza dayînê ji holê bê rakirin. Ji bo vê bi salane di parlementoyê de nîqaş tên kirin ku qanûn bê derxistin. Lê di encama têkoşîna rêxistinên jinan, mûxalîf û raya giştî de ev tê taloqkirin. Lê ligel vê jî her tim ji bo sererastkirina qanûnê dem bi dem nîqaş tên kirin. Pêşniyara vê ya anîna Meclîsê wê talûkeyek mezin bi xwe re bîne. Em dixwazin ku Wezareta Mafê Zarokan bê avkirin û Komîsyona Daîmî ya Mafê Zarokan di Meclîsê de bê avakirin. Dewlet xwedî wê berpirsiyariyê ku berî her tiştî mafê zarokan bi parêze.”   Parlamenterên jin ev pirs ji Wezîr Selçûk pirsîn:   “*Wezareta we derbarê daxuyaniyên weke ‘zarok dikarin bizewixin,’ û ‘dikarin biwelidin in’ ên di çapemeniyê tên weşandin de, dest bi pêvajoya hiqûqî kiriye yan na?   *Di 5 salên dawî de, çend zarok rastî îstîsmarê hatine? Li gorî sal û bajaran ev hejmara çiqase?   *Di 5 salên dawî de çend kes ji ber îstîsmarkirina zarokan hatine girtin? Ceza li çend kesan hatiye birin? Çend kes di girtîgehan dene û îstatîstîkeke we ya derbarê hejmarê de heye?   *Wezareta we gelo alîkariya derûniyê dide çend zarok û malbatên mexdûrê îstîsmara zayendî?   *Ji bo pêşîlêgirtina îstîsmarkirina zarokan, civak ji xwe çi dixwaze û hûn çiqas li gorî vê yekê tevdigerin û polîtîkayên xwe diyar dikin?”