Konferansa 'Ya azadî ya azadî': Hevgirtina jinan şert e 2017-12-23 15:34:47 STENBOL – Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di konferansa Mor Dayanişmayê "Ya azadî ya azadî" de axivî û ev tişt got: "Em wekî jin dixwazin cîhaneke azad ava bikin, lê AKP li dijî vê gav bi gav tarîtiyê ava dike." Mor Dayanişma bi dirûşma "Ya azadî, ya azadî" li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a li Şîşliyê knferans pêk anî. Berdevka Jinên HDP'ê Besîme Konca, wekîlên HDP'ê Huda Kaya, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiçiç Koçyîgît û gelek jin tev li konferansê bûn.    Endama Mor Dayanişmayê Perîhan Koca axaftina vekirinê kir û da zanîn ku li krîza li Tirkiyeyê her ku diçe kûr dibe û wiha axivî: "Bi taybetî di vê pêvajoyê de barê herî giran ketiye ser milê me jinan. Em di warê aborî, hiqûq û civakî de bi gelek şidetên derûnî re rû bi rû dimînin."   Di konferansê de vîdeoya ku Nuriye Gulmen şandibû jî hat temaşekirin û Gulmen ev tişt got: "Têkoşîn dayîn rûmet e. Ez û Semîh jî em di vê berxwdanê de ne." Sekretea Giştî ya Platforma Em ê Kuştinê Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm jî ev tişt got: "Em bi lez ber bi faşîzmê ve diçin. Divê li dijî vê em têkoşînê bi hev re bimeşînin."   ‘EM PÎRHEBOKÊN MODER IN’   Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît jî ev tişt anî ziman: "AKP gav bi gav tarîtiyê bi rêxistin dike. Li dijî kê di serî de li dijî jinên ku dixwazin cîhaneke azad ava bikin. Roja ku AKP hatiye desthilatdariyê heta niha, jinan dikin armanca êrîşê. Hişmendiya mêr a serdest li her derî belav bûye." Koçyîgît aşkera kir ku hişmendiya ku Xwişkên Mîrabel qetil kir, û hişmendiya Sakîne, Sêvê, Fatma û Pakîze qetil kir jî heman hişmendî ye wiha pê de çû: "Em pîrebokên serdema nû ne. Kê ne ev pîrebokên modern? Navê wan Fîgen, Sabahat û hwd. Em pîrebokên vê serdemê ne. Em pergalê qebûl nakin."   Namzeta wekîltiyê ya serdema 26'emîn a CHP'ê Hulya Gul Guntaş jî bal kişand ser zarokên bûk û ev tişt got: "Di rêza zarokên bûkde li Ewropayê yekemîn û li cîhanê duyemîn in. Em tenê wan ji perwerdeyê dûr naxin, di heman demê de ji jiyanê jî dûrdixin. Salê 137 hezar zarokên keç dibin bûk. Jinan ji perwerdeyê dûr dixin. Di 16 salên dawî de şideta li dijî jinê hezar û 500 zêde bû." Guntaş têkoşîna Dayikên Şemiyê jî bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "17 hezar û 500 mirov winda ne. Divê jin ji vê re bêjin raweste. Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê çalakiyê dikin. Ruxmê hemû zextan jî serbilind in. 22 sal in li vî welatî têkoşînê didin."   ‘DIVÊ JIN DESTÊ XWE BIDIN HEV’   Wekîla HDP'ê Huda Kaya jî hemû jinên berxwedêr silav kir û ev nirxandin kir: "Destkeftiyên jinan di 16 salên dawî de di binê êrîşiê de ne. Desthilatdariyek ev destkeftî dirine armanca xwe heye. Têkoşîna jinê ya li dijî vê jî em dizanin. Dixwazin jinê bikin koleyê xwe, em vê jî dizanin. Me wekî jin li dijî hişmendiya AKP'ê têkoşîn da. Ji ber ku jin di bin êrîşa mêrê serdest de bû. Êrîşên wekî tecawiz pêk hatin û hatin qetilkirin. Jin li dijî hişmendiyeke xwe oldar hesab dike tê dikoşe. Divê jin destê xwe bidin hev û têkoşîna xwe dewam bikin."   Konferans bi nîqaşan dewam dike.