Jinan Taybet Înan li kolana lê hat kuştin bibîr anîn 2017-12-22 16:20:54 ŞIRNEX - Jinan, Taybet Înan a di qedexeyên derketina kolanan a Sîlopiyê de jiyana xwe ji dest da û 7 rojan cenazeyê wê li erdê ma, li kolana lê hat kuştin bibîr anîn.  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar  kir ku Dayîka Taybet bû sembola berxwedana Kurdistanê.   Tevgera Jinên Azad (TJA), di 2’yemîn salvegera qetilkirina Taybet Înan a 57 salî ku li navçeya Sîlopiya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de, di îlankirina qedexeyên derketina kolanan a roja 5’emîn de hat kuştin û 7 rojan cenazeyê wê li erdê ma, çalakiya biranînê li dar xist.  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît,  Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Hevseroka DBP’a Bajêr a Amedê Ruken Akça, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, ji Amed, Mêrdîn û navçeyên derdorê jî gelek jin beşdarî bîranînê bû û li kolana Taybet Înan lê hat kuştin kom bûn. Jinan bi tilîliyan qernefîl danîn kolana di dorpaça polîsan de û daxuyanî dan.     ‘DAYÎKA TAYBET AŞTÎ DIXWEST’    Destpêkê Dayika Aştiyê Emîne Denîz axivî û wiha got: “Înan jî mîna wan dayîka aştiyê bû. Wê jî wekî me aştî dixwest. Destê wê de ne çek ne jî tiştke din hebû. Tişta bi wê hat kirin em şermezar dikin. Em ê tu carî vê yekê ji bîr nekin.”   KEMALBAY: CENAZEYÊ WÊ 7 ROJAN LI ERDÊ MA    Polîsan xwestin axaftina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay asteng bikin. Ligel vê yekê Kemalbay axaftina xwe qût nekir û wiha axivî: “Cenazeyê Înan bi rojan li erdê hat hiştin. Ev krîza mirovahiyê ye. Ji bo gel hezm bikin, êrîşên mezin pêk anîn. Li vê derê gava Dayîka Taybet xwest biçe mala cîranê xwe, bû hedefa sekvanan. Dema tiyê wê xwest biçe alîkariya wê li vir hat qetilkirin û  hevjînê wê jî hat birîndar kirin. Li vê derê 7 roj û 7 şevan li kolanê li erdê ma. Hemû cîhanê ev yek dît û dizanin. Divê êdî gelên Tirkiyeyê  jî guh û çavên xwe ji vê yekê re vekin. Bêguman emê hesabê vê yekê bipirsin.”  Kom piştî axaftinê derbasî malbata Înan bûn.    GUVEN: EV ŞERMA DEWLETA TIRKE   Hevseroka  KCD’ê Leyla Guven jî li mala Dayîka Taybet Înan axivî û diyar kir  ku Dayîka Taybet bu sembola berxwedana Kurdistanê. Guven, da zanîn ku ev şerma dewleta Tirke û wiha got: “Em li Sîlopiyê berxwedanê bibîr tînin. Di şexsê Dayîka Taybet de em Sêvê, Pakîze û Fatmayan bibîr tînin.”    Şandeyê, dûre malbatên kesên di qedexeyên dervede jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin.