Li zanîngehan jî Meclîsên Jinan hatin avakirin 2017-12-22 09:08:52 STENBOL- Xwendekarên jin ên li zanîngehan li hemberî şidetê xwe birêxistin dikin, Meclîsên Jinan ên Zanîngehê ava kirin. Yek ji endama meclîsê xwendekara Zanîngeha Stenbolê Dîlara Gevrek wiha got: “Êdî jin ne di pozîsyona kesên digirîn û mexdûr dibin de ne, êdî dikevin pozisyona mudaxilekirinê.”  Piştî li hemberî terhên jiyana wan êrîş zêde bûn, jin bi dirûşmeya “Dest nede kincên min” di 29’ê Tîrmeha 2017’an de li Parka Demokrasî ya Maçkayê forûmek li dar xistin û di vê forûmê de biryara avakirina meclîsên jinan dan. Piştî vê biryarê li gelek bajaran jin xwe birêxistin kirin û niha ji wan jinan hin jê li zanîngehan jî meclis ava kirin. Jinan ewil li zanîngehên bajarên Eskîşehîr, Stenbol, Îzmîr, Enqereyê meclis ava kirin û hewl didin ku vê yekê li tevahiya bajarên Tirkiyeyê berbelav bikin.    Xwendekara Zanîngeha Koçê Rojda Aslan anî ziman ku di serdemeke ku jin bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin de wan Meclîsa Jinan ava kiriye. Aslan dest nîşan kir ku piştî wan meclis ava kiriye ewil li dijî “Qanûna Miftîtiyan” têkoşiyan e û ev tişt gotin: “Li gel hemû bertekên jinan jî ev qanûn ket meriyetê. Paşê Qanûna Jimare 6284 a Qanûna Parastina Jinan ket rojeva me.”    ‘JIN DIBIN KIRDE’    Aslan, diyar kir ku piştî wan meclîsên jinan ava kiriye, ji gelek bajar û navçeyan pêşniyar hatine û wan di çarçoveya van pêşniyaran de li gelek bajaran meclis ava kirine. Aslan got ku wan di pêvajoyeke wisa de Meclîsên Jinan ên Zanîngehê ava kirin. Aslan bi lêv kir ku ji ber li Tirkiyeyê herî zêde jinên ciwan bi êrîşan re rû bi rû dimînin, wan Meclîsên Jinan ên Zanîngehê ava kiriye û bi vê yekê re ew li zêdeyî 10 zanîngehan birêxistin in. Aslan got ku ew li her derî jinan digihînin hev û ev tişt gotin: “Jin wek kirdeyeke polîtîk fikrên xwe beyan dikin, biryarên xwe bi hev re didin.”    Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Dîlara Gevrek jî anî ziman ku meclîsên jinan mekanîzmayeke polîtîk in. Gevrek got ku ew dozên jinên ku tên kuştin, şidet li wan tê kirin, bi îstismarê re rû bi rû dimînin, dişopînin û ev tişt gotin: “Jin dişopînin, parêzer beşdar dibin. Em bi vî awayî de bi ser merciyên îdarî û siyasî de diçin. Her wiha ji ber di dozên cinayetên jinan de cezayê kiryaran tê daxistin û ji bo em rê li ber vê bigirin em vê yekê dikin.”    'JIN BI MECLÎSAN DIBIN PERÇEYEK JI TÊKOŞÎNÊ’    Gevrek, anî ziman ku ji roja ku wan meclis ava kiriye heta niha ew bi bertekên erênî yên jinan re rû bi rû dimînin û ev tişt gotin: “Di meclîsên me de ji her derdorê jin hene. Jin bi meclîsan dibin perçeyek ji têkoşînê. Êdî jin ne di pozisyona kesên digirîn û mexdûr dibin de ne, êdî dikevin pozîsyona mudaxilekirinê. Di meclîsê de mêr pirsgirêkên der barê jinan de nîqaş dikin û biryarê didin. Lê êdî jin dibêjin ‘di pirsgirêkên der barê me de êdî em hene. Em muxatab in. Em ê biryarê bistînin û bisepînin. Em ê bi hev re bikin.’ Çimkî jinan dîti ku di Rewşa Awarte de hejmara jinên tên kuştin zêde dibe. Ji ber vê li hemberî çewisandin û êrîşan bi meclîsan tê dikoşin.”    BANGAWAZΠ   Geverek diyar kir ku niha Qanûna Jimare 6284 a Qanûna Parastina Jinan di rojeva wan de ye û wiha bang li hemû jinan kir: “Qethiyen jin ne bi tenê ne. Em jin em ê hemû li hemberî vê têbikoşin. Wê tu şidet di tariyê de nemine. Bi rastî jî ji bo di tariyê de nemine, çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber vê ji bo têkoşînê bang li hemû jinan dikim.”    MA / Sadiye Eser