Beriya bê kuştin alîkarî xwest lê... 2017-12-19 12:26:14 WAN - Derket holê ku Şehrîban Dînç ya hevjînê wê Esat Dînç ew bikuje, 3 meh beriya bê kuştin ji Buroya Alîkariya Edlî ya Serokatiya Baroya Wanê bi daxwaznameyekê alîkarî xwestiye. Dinç gotibû “Ji kerema xwe re berî jinek din bê kuştin, bêyî ku dereng bikeve alîkarî bidin min.”   Şehrîban Dînç a 24 salî ku li TOKI’yên Kevenlî ya navçeya Îpekyolu ya Wanê dijiya, ji ber ku bê navber rastî îşkenceyê dihat û cezayê dûrkirinê dabûn hevjînê wê Esat Dînç. Esat Dînç piştî cezayê wî qediya, di 24’ê Kanûna 2016’an de hevjîna xwe Şehrîban Dînç kuşt. Hina ceza ji bo bersûc nehatiye dayîn. Şehrîban 3 meh beriya bê kuştin, di 30’ê Îlona 2016’an de ji Buroya Alîkariya Edlî ya Serokatiya Baroya Wanê re daxwaznameya bi destên xwe nivîsandî derket holê.    ‘GEFA MIRINÊ LI MIN Û ZAROKÊ MIN DIXWE’    Li gorî nûçeya Jinnewsê, Dînç di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku bi awayekê pergalî rastî îşkenceya hevjînê xwe tê û wiha gotiye: “7 sal e zewicandî me. Di van 7 salan de min şîdet û îşkence dît. Her tim der barê Esat de cezayê durxistinê hat dayîn. Ligel vê ceza piştguh kir. Her tim şîdet û tehdîd hebû. Zarokên min bi kêrê tehdîd dike.  psîkolojiya me serobino bû. zarokên min perîşan bûn. Alîkariyê bidin min.  Bi dehan carî li cem min û zarokên min hişbir bikar anî. Lê bikaranîna hişbir înkar dikir û derew dikir.  Ez li pêş malbat û zarokên min xerab dikirim. Ji min re digot ger ti min berdî ez ê wêneyên te yên bêyî agahiya te bikişînim û bidim emniyetê.  Pere û zêrên min dizîn.  Telefona min dizî. Pereyê zarokan ê di qumbarê de dizîn.”   ALÎKARÎ XWEST   Dînç, di pêvajoya berdanê de alîkariya edlî dixwaze di daxwaznameya xwe de û wiha bi dawî dike: “Esat niha min tehdîd dike. dibêje ger ti min berdî ‘ez ê te û zarokên te bikujim.’ Ez parêzer dixwazim. Bila ji min û zarokên min dur bikeve. Wê zirarê bide min û zarokên min.  Kesekî xezel û xetere.  Ji kerema xwe re beriya ku jinek din bê kuştin û ji bo nebe dereng alîkariyê bidin min."