‘Di serdemên bi vî rengî de rêzefîlm ji bo tevizandina civakê tên bikaranîn' 2017-12-19 09:11:43 STENBOL - Endama jûriyê ya Dîzî Bamyalarê Yasemîn Oz balê kişand ser rêzefîlmên li Tirkiyeyê tên weşandin û wiha got: "Di demeke wek serdema Rewşa Awarte de ku tiştên polîtîk nayên nîqaşkirin û sansur û tirs zêde dibe de, hem ji bo çêker pereyan qezenc bikin hem jî wek riya tevizandina civakê rêzefîlm tên bikaranîn."  Endama Jûriyê ya Dizi Bamyalari Yasemin Oz ku got "Min xwedîtiye nedîtiye sektora çapemenî û televîzyonê ya tirkî di fîlm, rêzefîlm, bernameyên televîzyonê û heta di nûçeyan de bi perspektîfeke zayendîparêz, mîlîtarîst, nîjadperest, kapîtalîst tê amadekirin" anî ziman ku divê civak îtirazî van rêzefîlman bike.    Komeleya Têkoşîna Li Hemberî Şideta Zayendî, Fîlmmor, Weqafa Piştevaniyê ya Jinê, Kaos GL jî di nav de rojnameger û sînemagerên feminîst ji bo zimanê zayendîparêz, mîlîtarîst û biçûkxistinê yên di rêzefîlmên li Tirkiyeyê tên weşandin de teşhîr bikin, xelata Dîzî Bamyalariyê daxuyandin. Bi taybetî hat destnîşankirin ku divê li hemberî rêzefîlmên wek "Diriliş Ertuğrul, Fazilet Hanım ve Kızları, Söz, Savaşçı, Aşk ve Mavi, İstanbullu Gelin" bertek bên nîşandan.    Endama Juriyê ya Dîzî Bamyalariyê Yasemin Oz anî ziman ku ji bo peyamên di van rêzefîlman de veguherin divê li hemberî wan têkoşînek hebe. Oz dest nîşan kir ku fîlm, rêzefîlm, bername û nûçeyên sektora televîzyon û çapemeniya tirk bi perspektîfeke zayendîparêz, mîlîtarîst, nîjadperest û kapîtalîst tên amadekirin û ji berê ve jin li hemberî vê yekê têdikoşin. Oz diyar kir ku di qenalên tirkî de berê ewqas rêzefîlm tune bûn. Oz got ku sektora rêzefîlmê ji bo afirandina bîrbiriya civakî hatiye çêkirin.    JI BO TEVIZANDINA CIVAKÊ...   Oz got ku rojnamegerî hinekî birîsk e, lê belê kişandina rêzefîlman, çêkirina bernameyên jinan û sporê ne birîsk in û ev tişt gotin: "Di demeke wek serdema Rewşa Awarte de ku tiştên polîtîk nayên nîqaşkirin û sansur û tirs zêde dibe de, hem ji bo çêker pereyan qezenc bikin hem jî wek riya tevizandina civakê rêzefîlm tên bikaranîn. Ji ber vê ev çend sale di sektora rêzefîlman de mubalexeyeke zêde heye. Mesela heta çend sal berê jî evqas rêzefîlm tune bûn. Me evqas rêzefîlm temaşe nedikirin. Jiyana me bi rêzefîlman derbas nedibû."    Oz got ku wê hin beşên rêzefîlman temaşe kiriye, lê belê wê tehamul nekiriye û dev ji temaşekirina wan berdaye. Oz destnîşan kir ku di rêzefîlman de lêpirsîn tune ye. Oz anî ziman ku di rêzefîlman de geh mêr geh jî jin tê mexdûrkirin û ev tişt gotin: "Divê êdî jin vî tiştî qebûl nekin. Bi rastî jî divê civak lêpirsînekê bike ka di vê pergalê de çi şaş e yan jî çi ne şaş e. Divê mirov li kiryarê rasteqîn binere. Bi afirandina kiryarên sexte, mexdûrên sexte wê ev pirsgirêk çareser nebe. Li Tirkiyeyê li hemberî jinê bi awayekî zêde şidet heye. Di van rêzefîlmên tên nîşandan de mêr jinan dikujin. Çimkî rewa dikin." Oz dest nîşan kir ku divê ev rewa bûn bê rakirin û di feraseta civakiyî de veguherînek çê bibe.    ‘DIVÊ EM ÎTIRAZ BIKIN'    Oz ji rêzefîlmekî din mînak da û anî ziman ku di vî rêzefîlmî de jî jin evîndarî kiryarê şidetê lê dike dibe û wiha domand: "Van tiştan empozeyî civakê dikin. Li vir bi awayekî cidî berpirsiyariyek qenalan û çêkeran heye. Heke tiştekî apolîtîk bikişînin jî divê tiştekî ewqas wehîm nekişînin. Rastiya kîjan jiyanê ye ku em îdraq nakin. Tim taxên mafyayî, ev teqabulî rastiya çend taxan dike? Ji bo çi ji rastiya jiyanê çîrokên cuda nayên kişandin, lê çîrokên bi vî rengî tên tercîhkirin? Ji ber em van rêzefîlman biqusûr dibînin em îtiraz dikin."    Oz dest nîşan kir ku divê civak îtiraza rêzefîlmên zayendîparêz, mîlîtarîst bike.   MA / Sadiye Eser