Di mitînga Êlihê de destnîşankirina yekitiye neteweyî 2020-03-08 17:12:06   ÊLIH - Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, di mitînga 8'ê Adarê ya Êlihê de diyar kir ku ji bo yekitiya neteweyî ya kurdan berpirsyariya dîrokî ya jinan heye û wiha got: "Em jin ji bo vê yekê amade ne, ya em ê pêk bînin an em ê pêk bînin."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Êlihê bi beşdarbûna hezaran jinan mitîng li dar xist. Mitîng, li Çerxerêya Mezopotamya Çîftlîk Marketê pêk hat. Di tevahiya mitîngê de jinan qad bi rengê azadiyê yê mor xemilandin û alên bi rengên kesk, sor û zer ji destê xwe nexistin. Di mitîngê de jinan timik dûrişmeyên "Jin jiyan azadî" , "Bijî berxwedana jinan" , "Navê min Taybet e" , "Ji çanda tecawizê re na" berz kirin û bi dovîza "Navê min Heskîf e" balê kişandin ser talankirina Heskîfê ya xwediyê dîroka 12 hezar salan.   Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz wek axaftvan tevlî mitîngê bûn. Mitîngê bi derketina Dayikên Aştiyê ya ser dikê dest pê kir. Dayikên Aştiyê li ser dikê daxwazên xwe anîn ziman. Di dawiya axaftinê de kulîlk diyarî dayikan hatin kirin.    'NAVNÎŞANDA AŞTIYÊ OCALAN E'   Parlamenter Taşdemîr, di axaftina xwe de bal kişand ser dubendiya Tirkiyeyê ya di navbera Amerîka û Rûsyayê de û ev titş got: "Hewce nake her roj hûn bi aliyekî ve biçin, navnîşana aştiyê diyar e. Nûner û avakarê aştiyê Birêz Abdullah Ocalan e."   Hevşaredar Korkmaz jî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser pergala hevserokatiyê û têkildarî mijarê diyar kir ku bi vê pergalê jin dikarin bên temsîlkirin.   'DIVÊ JINÊN KURD JI BO YEKITIYÊ PEYWIR BIGIRIN'   Hevseroka DBP'ê Aydenîz jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna dîroka jinên kurd û diyar kir ku di her firsendê de li dijî destkeftiyên jinan êrîş pek tên. Aydenîz, di berdewamê de diyar kir ku desthilata AKP'ê li ser gelên Tirkiyeyê bûye "bela" û wiha got: "Xwestina aştiyê vîn û sinc dixwaze. Lê ev bi vana re tuneye. Avakarê aştiyê li Îmraliyê ye. Silav ji avakarê aştiyê re. Peywirên gelek girîng li benda jinên kurd in. Îro li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat jinên kurd destkeftiyên xwe diparêzin. Wê sedsala 21'emîn dê bibe sedsala serkeftinê ya jinan û kurdan. Ji bo ku ev pêk bê divê jinên kurd ji bo pêkanîna yekitiye neteweyî peywir bigirin. Jin aliyê ronî yê civakê ne û civakê digihînin. Berpirsyariya li pêşiya jinan tifaqa yeketia neteweyî ye. Em jin ji bo vê yekê amade ne, ya pêk bînin an pêk bînin."