Li Mêrdînê bi hezaran jin meşiyan: Têkoşîn didome û wê bidome 2020-03-08 15:17:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Qoserê, di çarçoveya 8'ê Adarê de bi hezaran jin hatin gel hev û bak kişand ser têkoşîna ku pêşengiya wê dikin û daxwazên xwe rêz kirin.    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajar, Tevgera Jinên Azad  (TJA) û Paltforman Jinan a Şahmeran, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinana a Cîhanê de şahiyek li dar xistin. Şahî, li taxa Berçem hat lidarxistin û pankarta "Em xwe birêxistin dikin ber bi azadîyê ve dimeşin" bi dika şahiyê ve hate daleqandin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî di nav de bi hezaran jin tevlî şahî bûn. Jin, bi kincên xwe yên herêmî qadê wergerandin behra rengan.    COŞ QET KÊM NEBÛ   Jinan dovîzên ku balê kişandin ser komkujiyên xwezayî û cînayetên li hemberî xwe û dovîzên ku navê jinên ku dema qedexeyên derketina derve ji aliyê tundiya polisan ve hatibûn qetilkirin li ser wan nivîsandî hilgirtin û bi saetan govend gerandin. Di şahiya ku qet coş jê kêm nebûn de jinan timik dûrişmeyên "Jin jiyan, azadî" û "Jin şer naxwazin"berz kirin. Jinan şalên bi rengên kesk, sor û zer, li ber erbaneyan kêf kirin û dîmenên rengîn derxistin holê.    DÊ TÊKOŞÎNA DAYIKÊN AŞTIYÊ BIDOME   Ji Meclisa Dayikên Aştiyê Halîme Kaya, di şahiyê de axivî û diyar kir ku bi salan etêkoşîna aştiyê didin û wiha gotr: "Em sekna xwe ya li hemberî şer berdewam bikin. Em naxwazin tenê mirovek jî di şer de jiyana xwe ji dest bide. Wê dengê me neyê birîn."   Piştî Dayika Aştiyê Kaya, Parlamenter Pero Dundar axivî û d zanîn ku di demên herî xerab de jî jin bêdeng nebûne û daxwazên civakê bilindkirine û dê bi têkoşîna jinan serkeftin bê. Dundar, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku dê jin faşîzmê têk bibin û ji ber vê yekê tirsa herî mezin a desthilata AKP-MHP'ê jin in.    POLISAN HEWL DA ZAROKÊ 10 SALÎ BINÇAV BIKIN    Piştî axaftinan şahî bi kilamên koma muzîkê ya Dengê Jinên Azad berdewam kir. Di vê navberê de zarokeke 10 salî derket ser dikê û kilama "Cilê gerîla reş e" got. Li ser vê yekê polis ketin qadê û hewl dan ku zarokê binçav bikin. Jinan asteng kir ku polis zarokê binçav bikin.   Şahî bi govend gerandina jinan bi dawî bû.