Tenê 2 hezar û 563 bûyerên tundiya li dijî jinê di çapemeniyê de hatin dayîn 2020-03-06 12:03:39 AMED - Li gorî lêkolînekê ku hat kirin, di nava dîrokên 1'ê Çile tenê 2 hezar û 563 bûyerên tundiya li dijî jinê di çapemeniyê de hatiye serwîskirin. Di lêkolîna hat kirin, hat diyar kirin ku pir kêm bûyerên tundiyê di çapemeniyê de tên dayîn  Navenda Lêkolîna  Qada Polîtîk Sosyo, bûyerên tundiya li dijî jin û zarokan ên di çapemeniyê de hatin weşandin lêkolîn kir. Lêkolîn li ser bûyerên ji 1'ê Çileya 2019'an heta 1'ê Çileya 2020'an hate kirin.   Navendê ragihand ku di wê demê de 2 hezar û 563 bûyerên tundiyê di çapemeniyê de hatin weşandin. Her wiha ragihand ku li Amedê 38 bûyerên tundiyê li çapemeniyê hate weşandin, lê belê rêxistinên civakî û pîşeyî ragihandin ku hejmara rastî 1792 bûyer in. Di lêkolînê de hate destnîşankirin ku rêjeya întiharkirinê jî bi raya giştî re nehatiye ragihandin.   Di lêkolînê de hate gotin, "Weke ku di mînaka Amedê de tê dîtin, hejmara bûyerên tundiyê ku rêxistinên pîşeyî û sivîl tespît kirine 1792 ye, lê ya ku di çapemeniyê de hatiye weşandin 38 e. Ev yek jî nîşan dide ku bûyerên tundiyê yên li dijî jinê 47 qatî ji hejmara di çapemeniyê de tên weşandin zêdetir e."