Jinên di berxwedana TEKEL’ê de cih girtin banga tevlîbûna 8’ê Adarê kirin 2020-03-06 10:23:23 ÎZMÎR - Ji jinên di çalakiyên “Berxwedana TEKEL’ê” de cih girtin Hulya Ardûç û Sevîm Yolerî, têkoşîna di wan rojan de dayîn vegotin û bang li jinan kirin ku beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin.  Çalakiya weke “Berxwedana TEKEL” ku cihê xwe di dîroka têkoşîna çîna karkerên Tirkiyeyê girt, 78 rojan dewam kiribû. Karkerên TEKEL ên girêdayîna Sendîkaya Tekigda-Îş a bi Turk-Îş ve girêdayî di 15’ê Kanûna 2009’an li Enqerê dest bi çalakiya xwe kirin û di 4’ê Sibata 2010’an de bi dawî kirin. Ev çalakî piştî darbeya leşkerî ya 1980’iyan çalakiya herî mezin a karkeran bû.    Hikumet a AKP’ê di sala 2009’an de, ji ber ku dewriya sektora taybet çênekir, fabrîqeya tûtina pel hat girtin. Nêzî 10 hezar karkerên di vê fabirqeyê de dixebitîn, li gorî statuya 4-c a karkeran şandin saziyên çemawerî. Ev statu jî tê wateya ku karker pir kêm maeş bistînin, bi heman vale bimînin, mafên xwe yên destûra salane û tazminata qîdem negirin. Karkerên TEKEL’ê li ser vê yekê ji 23 bajarên Tirkiyeyê hatin Enqerê û ligel tundiya polîsan, dewlet û hikumetê ew kirin hedefê û binpêkirinên mafan jî 78 rojan berxwedana xwe dewam kirin.   Vê berxwedanê hêza xwe ji afirînerî û wêrekiya têkoşîna jinên ji fabriqeyên tûtinê yên Enqerê hatibûn girt. Du jinên ji fabrîqeya Tûtina Pel a Çiglîk Balatçîk beşdarî vê berxwedanê bûn Hulya Ardûç û Sevîm Yolerî têkoşîn û berxwedana jinên TEKEL’ê vegotin.    ‘EM WEKE KARKERÊN BÊ NAV BÛN’’   Hulya Ardûç, diyar kir ku wê di sala 1990’an li fabrîqeya Tûtin Pel a Çigli Balatçik dest bi kar kir û wiha  axivî: “Ez 10 salan weke karkera demsalî xebitîm. Em weke karkerên bê nav bûn. Tu mafê me tune bû. Dema ku em bê kar diman jî, sîgorteya me ne di razandin. Sendîkayan jî li dijî vê bêmafiyê dengê xwe tiştek nedikirin. Ez 20 salan di TEKEL’ê de xebitîm. Şert û mercên wê pir zor bûn. Em di nava toz û dumanê de dixebitîn.”    ‘ME DEV JÎ MALA XWE BERDE, TÊKOŞÎNA NAN DA’   Ardûç, anî ziman ku ev berxwedan bi hêza jinên karkerên TEKEL’ê bi biryardarî dewam kir û wiha got: “Di berxwedana me de roja jinan pir mezin bû. Ji xwe her tim jin hîn zêdetir têkoşerin. Me zarokên xwe di malê hiştin û em li dû têkoşîna nanê xwe ketin. Vê yekê em xurtir kirin. Em dikarin vê têkoşîna xwe di qadên cuda de mezintir bikin. Em jin ji bo ku cînayetên jinan rewestînin, pêşiya tundiyê bigirin û xwedî mafên xwe derkevin, divê em di 8’ê Adarê de li hev kom bibin. Emê bi berxwedanê qezenc bikin. Baweriya min vê yekê heye.”    ‘JIN DI BERXWEDANÊ DE PÊŞ DEBÛN’   Sevîm Yolerî ya di sala 1993’yan de, di Tûtina Pel a Tuzla ya Îzmîrê de xebitî jî, anî ziman ku şertên xebatê yên wê demê pir zor bûn. Yolerî. Di fabîrqeyê de her 11 mehan carekê vîz didan jinan. Wezareta Karkeran ev pêkanîna vîzyê dida. Vîzeyên ji jinan dihat birîn, di rastiyê de didan karkerên zilam. Bê mafî pir hebû. Maeşê ku ez niha distînim li gorî yê zilaman pir pir kême. Li gel vê yekê di fabrîqeyên TEKEL’ê de em rastî tecîzan dihat. Karkerên jin, bi awaykê pir cîdî rastî tacîzên hostayên xwe dihatin. Gelek jinan ji tirsa bê kar bimînin dengê xwe dernedixistin û bêyî ku dengê xwe derxin, neçar diman ku bixebitin. Jinên ev yek îtîraz dikirin jî, ji kar dihat avêtin. Bi salan em di cihek wisan de xebitîn. Sendîkayê jî bi tu awayî mafên me ne parastin. Ji ber ku dinava nûnerên sendîkayê de zilamên tacîzî jinan dikirin hebûn.”   ‘JIN  DI BERXWEDANÊ DE LI PÊŞ BÛN’   Yolerî, da zanîn ku di 15’ê Kanûê de li ber avahiya AKP’ê ya Enqerê dest bi çalakiyê kirin û wiha got: “Di çalakiyê de jin li pêş bûn. Li ger navenda giştî ya AKP’ê jinan çalakiyên li du hev li dar xistin. Jin di hemû çalakiyan de li pêş bûn û bi vî awayî li ber xwe didan.”    ‘DIVÊ JIN BI LEZGÎNÎ TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’   Yolarî, di dawiya axaftina xwe de ev bang li jinan kir: “Qetilkirinên jinan, tacîz, tecawîz, xespa maf û zextên heyîn li dijî jinan pir zêde bûne. Îro di serî de Îslama siyasî erdhejê jî, bi îstîsmarkirina zarokan ve girê dide. Divê em li dijî van hemûyan, bi lezgînî têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo vê divê em çalakiyên 8’ê Adarê bi heybet bikin û tevlîbûnek xurt nîşan bidin.”    MA / Sevda Aydin