‘Êrîşa zayendî ya Rezanê polîtîkayên dewletê ye’ 2017-12-16 14:23:01 AMED - Hevparên TJA yên Amedê, bertek nîşanî êrîşa zayendî ya li Rezanê dan. Hevsaroka Bajêr a HDP’ê Fîlîz Buluttekîn jî, diyar kir ku ew polîtîkayên tundiya li ser jinan, tacîz, tecawîz û hemû awayên jenosîdê yên li ser civakê tên ferzkirin qebûl nakin û li dijî vê yekê dê têkoşîna xwe bilind bikin.  Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) a Amedê, bi armanca şermezarkirina êrîşa zayedî ya li navçeya Rezanê pêk hat li avahiya HDP’a Amedê civîna çapemeniyê li darxistin. Hevseroka Bajêr a HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn di civînê de axivî û wiha got: “Em ê polîtîkayên tundiya li ser jinan, tacîz, tecawîz û hemû awayên jenosîdê yên ferzî civakê tên kirin qebûl nakin.”   ‘TUNDIYA SER JINÊ POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ NE’   Buluttekîn, anî ziman ku hişmendiya dewletê ya zilam a “Destpêkê li jinan bidin” bûye polîtîkayek bingehîn û wiha got: “Bûyerên li Rezan û giştî bûyerên li dijî jinan veguherine polîtîkayên dewletê. Buluttekîn, bal kişand ser êrîşa zayendî ya li Rezanê hat jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her dawî li Rezanê jina du canî a binavê E.X. a ji Sûriyeyê li ber çavên du zarokên xwe rastî êrîşa zayendî ya zilamekê tê û bi çekê tehdît dike. Bêdengiya li dijî tundî, tacîz û tecawîzê, tê wateya qebûlkirin. Bi çewherî jina hespî malê tê kirin, civaka mehkûmê koletiyê tê kirine. Koletiya ferzî civakê tê kirin em ê qebûl nekin û em ê lidijî vê yekê têkoşîna xwe bilind bikin.”