Dîroka jinên Tirkiyeyî di vê ajandayê de ye 2017-12-16 09:11:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Weqfa Navenda Agahiyan bi navê "Kadin Tarihini Yazmak" ajandaya sala 2018'an hat derxistin. Di vê ajandayê de weziyeta jinên ji çîn, etnîsîte, aîdiyetên cuda tê vegotin.  Ji aliyê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Weqfa Navenda Agahiyan bi navê "Kadin Tarhini Yazmak" (Nivîsandina Dîroka Jinê) ajandaya sala 2018'an hat derxistin. Di vê ajandaya ku bi mebesta dewlemendiya dîroka jinê bê nîşandan hat nivîsandin de, ji malbatê heya qada xebatê, ji siyasetê heta qada wêjeyê, ji huqûqê heta qada perwerdehiyê, ji olê heta çapemeniyê û şidetê, weziyeta jinê, pirsgirêkên bi wan re rû bi rû mane û ceribînên wan cih digirin.    Di vê ajandayê de sed pirtûkên (1931-2017) der barê dîroka jinan û liv û tevgerên wan cih digirin. Ev nivîskar di berhememên xwe de behsa têkoşîna jinan ên ji dema Osmaniyan heta salên 1980'yî dikin. Di ajandayê de behsa jinên ku di lêkolînên wêjeyê, xebatên ked û çînî, di lêkolînên zanista siyaset, sosyolojî, dîrok û rexneya olî de cih girtin tê kirin û her wiha behsa keçên winda yên Dersimê, feminîstên ermenî, weziyeta jinên kurd û hwd. jî tê kirin.    PIRTÛKXANEYA BERHEMÊN JINAN    Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Weqfa Navenda Agahiyan ji bo rabirdûrya jinan baş bê naskirin, ji bo van agahiyan bi awayekî rêkûpêk berpêşî lêkolînvanên niha bên kirin û ji bo belgeyên nivîskî ji bo nifşên nû bên veşartin hat avakirin. Weqf di 14'ê Nîsana 1990'î de li semta Halîç a Stenbolê dest bi fealiyetên xwe kir.    Kesên bixwazin ajandaya navborî dikarin ji pirtûkxaneyê peyda bikin.