Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Taşdemîr: Em ji nûnertiya wekheviyê tawîzan nadin 2020-02-22 10:22:41 ENQERE – Rêxistina HDP'ê dê di 23'ê Sibatê de 4'emîn Kongreya Asayî ya mezin li dar bixin. Têkildarî kongreyê Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemir, diyar kir ku dê têkoşîna azadiya jinê mohra xwe li feraseta rêveberiyê bixe û wiha got: "HDP namzetê rêveberiya vî welatî ye. Em dixwazin hemû jin li gel hev siyasetê bikin."  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 23'ê Sibatê (Sibê) de li Enqereyê 4'emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar bixin. Meclîsa Jinan a HDP'ê jî dê bi hişyariya “Em jin di azadiyê de bi israr û di têkoşînê de bi biryar in" tev li kongreyê bibin. Jinan piştî li 7 herêman konferans li dar xistin, di 19'ê Çile de jî li Enqereyê konferans li dar xistin. Meclîsa Jinê, di 3'emîn Konferansa Jinan de li dijî “Xizaniya jinê û kedxwariya jinê", “Serdestiya mêr a nava partiyê" û “tundiya mêr a li dijî jinê û êrîşên li dijî destkeftiyên jinê" biryara têkoşînê dan û amadekariya kongreyê kirin.  Têkildarî kongreyê Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemir, ji Ajansa Mezopotamya re axivî û got: "HDP namzetê rêveberiya vî welatî ye. Wekî her carê niha jî em dê ji rêgeza "Nûnertiya wekhev" tawizan nedin. Bi taybetî em di vê demê de bêtir li ser civakbûnê rawestin. HDP'yek çawa, Meclîsa Jinan a Çawa û em dê siyasetek çawa bidin pêşiya HDP'ê niqaş kir."    ‘EM DÊ SIYASETA JINÊ BÊTIR BIDIN XUYAKIRIN'   Taşdemîr, anî ziman ku îro fikra HDP'ê êdî bi kok bûye û wiha got: "Di vê demê de Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê bê dîtin. Em ê siyaseta jinê bêtir bidin xuyakirin. Em dê li dijî siyaseta şer, Qeyrana Aborî, wêdekirin, nifrîn û siyaseta kînê bêtir têbikoşin. Em dê li dijî faşizmê bêtir têbikoşin. Di vê demê de em dê xwe bigînin jinên muhafazakâr, feminist, Kurd, Roman û hemû rengên cuda yên jinan. Em dê bi meclisa ku hemû rengên jinan di navde heye siyaseta xwe berdewam bikin. Em Meclîsa Jinê namzetê rêveberiya welat a li dijî dijminantiya jinê, li dijî nijadperestiyê û rêveberiya faşizan in. Em namzetê rêveberiya ku hemû cudahiyan û hêzan bînin cem hev û bi hevre azad bikin in. HDP namzetê rêveberiyawelat e. HDP, feraseta rêveberiya jinên bi herve diparêze û dipejirîne. Meclîsa Jinan a HDP'ê li dijî feraseta yekperest, siyaseta ku jin ewlehiya civakê ye diparêze. Li gorî vê siyayasetê dê tev bigere. Em rêveberiya ku têkoşîna azadiya jinê mohra xwe lêxe diparêzin. Azadiya jinê bi feraseta siyaseta ku jinê azad dike, jinan wekî welatiyên wekhev dibîne, li qer dawê wekheviyê diparêze pêkan e."    MA / Berîvan Altan